Newroza Stenbolê bi dawî bû: Li dijî tecrîdê bersiva 'Bijî Serok Apo'

  • 16:56 20 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Li Stenbolê di pîrozbahiya Newrozê de bi sedan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bal kişandin ser tecrîdê. Jinên ku di dawiya bernameyê de axivîn, ji bo çalakiya li Kadikoyê ya li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê banga tevlibûnê kirin.
 
Kongreya Demokratîk  a Gelan (HDK) bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" li Yenîkapiya Stenbolê pîrozbahî kir. Pîrozbahiya Newrozê bi govendê bidawî bû. Axaftina dawî ya pîrozbahiya Sedat Şenoglu kir. 
 
'Em doza mezin a Gelê Kurd dibînin'
 
Sedat diyar kir ku ew li ber agirê Newrozê hatine gel hev û wiha got: "Em li dijî yekparêziya faşîzm, cudakariyê û asîmîlasyonê bi piranî û dewlemendiya xwe li vir in.  Em wekî baxçeyê gulan ê gelan e. Silav ji kesên ku ev xweşkahî pêk anîn re silav ji zarokên Newrozê re. Em li vir pêşengiya jinan dibînin û rûhê Newrozê bi wan re heye. Em li vir rûhê Sakîne, Rosa û Arîn dibînin.  Em li vir pêşeroja Newrozê dibînin. Em doza mezin a Gelê Kurd li vir dibînin û berxwedana kurdan dibînin. Em evîdnariya vî gelî ya azdayê dibînin." 
 
'Em ê bi rûhê Newrozê li ber xwe bidin' 
 
Jinên ku di dawiya bernameyê de axivîn, ji bo çalakiya li Kadikoyê ya li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê banga tevlibûnê kirin û gotin, "Em natirsin û serî natewînin. Em ê li dijî bê edaletî û bê hiqûqiyê bi rûhê Newrozê û 8'ê Adarê li qadan bin."
 
Newroza Stenbolê bi govend û dîlanê bi dawî bû.