Meşa ji bo Newrozê li Dusseldorfê dest pê kir

  • 16:18 20 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên li bajarê Dûsseldorf ê Elmanyayê kom bûn, ber bi qada Newrozê dest bi meşê kirin. Polîsên Elman şewbê dikin hincet û dixwazin pêşiya meşê bigirin.
 
Li bajarê Dusseldorf ê eyaleta NRW ê Elmanyayê ji aliyê saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî ve pîrozbahiyek mezin a Newrozê hate organîzekirin. Pîrozbahî bi dirûşma ‘Bi ruhê Garê faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin’ dest pê kir.
 
Meşa ku bi hezaran Kurdistanî tevlî bûn, saet 13:00’an dest pê kir. Di meşê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan hatin vekirin û bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin. Beşdar bi cil û bergên Kurdewarî yên renga reng meş xemilandin. Ciwanên Tirkiyeyî, Elman û sosyalîst jî cihê xwe di meşê de girtin.
 
Di meşê de li ber sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ alên PKK, KCK, YPG/YPJ’ê hatin hildan. Di meşê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmralî hate dayîn, berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silavkirin.
 
Polîsên Elman şewba koronayê kirin hincet û xwestin ku li pêşiya meşê bibin asteng. Hevdîtina di navbera polîs û komîteya amadekar de didome.