Li Minbicê Newroz hat pîrozkirin
- 16:18 20 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezeran şênî û pêkhateyên bajarê Minbicê û gundewarên wê Newrozê bi dirûşma “Em ê bi rihê berxwedana Newrozê dagirkeriyê têk bibin" pîroz kirin.
Bi hezeran şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê berê xwe da gundê Toq Xelîl ê başûrê Minbicê da ku Newrozê pîroz bikin. Bi hezeran pêkheteyên ereb, kurd, tirkmen û çerkez bi cilên xwe yên folklorîk tevlî pîrozbahiyê bûn.