Dêrsîm û Sêrt ji bo Newrozê amade ne

  • 14:43 20 Adar 2021
  • Rojane
SÊRT / DÊRSIM - Komîteyên Amadekar ên Newrozê yên Sêrt û Dêrsîmê ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newroza sibê bang kirin. 
 
Komîteyên Amadekar ên Newrozê yên Sêrt û Dêrsimê ji bo tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê ya sibêhê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin. 
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Dêrsîmê dê sibê saet di 11.00'an de li Qada Seyît Riza bi şîara "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" Newrozê pîroz bikin. Rêxistina HDP'ê ya Dêrsîmê ji bo tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê li nava esnaf û welatiyan geriya û her kes vexwend pîrozbahiyê. Rêveber û komîteya amadekar belavok belav kirin û diyar kirin ku dê endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê û rêveberên EMEP'ê tev li pîrozbahiyê bibin. Komîteyê li nava esnafan belavok belav kirin û xwest her kes tev li pîrozbahiyê bibin. 
 
Li Sêrtê jî dê sibê Newroz li Taxa Aştiyê li Qada Newrozê bê pîrozkirin. Newroz dê saet di 10.00’an de dest pê bike. Dê wekîlên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş yên Sêrtê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin. Dîsa hunermend Hivron û Şerzat dê konserê bidin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Kaysi, bang li hemû gelê Botanê kir û xwest bi ruhê berxwedanê tev li Newrozê bibin.