Ji Kongreya Star peyama Newrozê

  • 13:36 20 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star ji bo Newrozê daxuyaniyek da û got: “Newroza 2021'an bi îradeya jina birêxistinkirî dê bibe bingeha rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî.”
 
Koordînasyona Kongreya Star bi boneya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
“Em despêkê cejna azadiyê Newrozê li rêber Abdullah Ocalan, li gelê xwe, malbatên şehîdan, girtiyên li zîndanan û gerîlayên li çiyayên azad pîroz dikin û di şexê şehîd Mezlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê û şehîdên azadiyê bi bîr tînin.
 
Her wiha em berxwedana dîrokî û serkeftina Garê ku dijmin şikand, li rêber Ocalan, Gelê Kurd û gelên herêmê pîroz dikin. Berxwedana Garê ji dagirkeriya Tirk û ji hemû dijminên Gelê Kurd re îsbat kir ku îrade û têkoşîna Gelê Kurd dê her tim bi ser kevin û dê hemû plan û hewldanên dijminan ên têkbirina destkeftiyên Gelê Kurd, vala derkevin. Em soza xwe ji şehîdan re dubare dikin ku em ê heta pêkanîna serkeftinê rêya wan a têkoşînê dewam bikin.
 
Partiyên AKP`ê û MHP`ê Ezdahakê serdemê temsîl dikin, ji lew re divê gelê me û hemû gelê Rojhilata Navîn serî hildin, li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin û berxwedana ji bo azadî û demokrasiyê xurt bikin. Wekî ku Kawayê Hesnikar meşaleya Newrozê pêxist, Kawayê hemdem Mazlûm Dogan jî meşaleya şoreşê pêxistin û Newroz kir semboleke îlhamê ji bo hemû Gele Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku têkoşînê bi ruhê berxwedana Newrozê dewam dikin.
 
Roja Newrozê, heman roj e ku qebîle û Gelê Kurd bi gelê din ên Sûriyê re ji bo serkeftina şoreşê bûn yek. Ji lew re, Newroza 2021'an bi îradeya jina birêxistinkirî dê bibe bingeh ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî.”