Li qada Newrozê çalakiya greva birçîbûnê hat silavkirin

  • 12:39 20 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Ji kedkaran heta jinan bi hezaran kes bi reng û dengên xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê li Qada Yenikapiyê kom dibin. Li qadan dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz dibin. 
 
Bi hezaran kes ji bo Newroza ew ê bi dirûşma "Em agirê Newrozê serî hildin azad bibin" bê pîrozkirin diheriqin Qada Yenikapiyê. Jin bi rengên kes sor û zer û bi cilên xwe yên gelêrî diherikin qadan. Ciwanan bi govenda gerandin çalakiyên girevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Îmraliyê silav kirin. 
 
Jinan bi erbaneyên xwe û bi tilîliyên xwe meşiyan qada Newrozê û Sirûda Rojava, sitranên kurdî gotin. 
 
Jinan dirûşmên "Heq hiqûq edalat wê bi HDP'ê bên" berz kirin û ciwanan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindandan"  çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda Îmraliyê û binpêkirina mafên li girtîgehan hatine destpêkirin silav kirin. 
 
Li dijî biryara girtina HDP'ê dirûşmên "Dest îradeya min nedin","HDP hêvî ye", "Newroz pîroz be" hatin berzkirin. 
 
Polîsan ji ber dirûşmên "Bijî Serok Apo" xwestin mudaxale bikin lê ciwanan dirûşmên xwe dîsa berz kirin. 
 
Kedkaran mil dan milên hevdu
 
Beşên tên cudakirin, welatiyên ji nîjadên cuda, kedkarên li dijî kod-29, jin hemû li qada Newrozê kom bûn. Dirûşmên "Bijî biratiya gelan","Bijî têkoşîna me ya hevpar" hatin berzkirin.