Ayşe Acar Başaran: Wê jin dest ji destkeftiyên xwe bernedin

  • 12:06 20 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî xwevekşandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ku bi biryarnameya ji aliyê serok komarê tirk ve hat weşandin da û got, "AKP û MHP, ji bo ku hebûna xwe biparêzin dixwazin hemû astengiyan ji pêşiya xwe rakirin, lê wê jin dest ji destkeftiyên xwe bernedin."
 
Peymana Stenbolê ku ev demek dirêj e di hedefa îqtîdarê de bû, nîvê şevê bi bi biryarnameya ku ji aliyê serok komar ve hat weşandin hat îptalkirin.  Bi xwevekşandina dewleta tirk a ji peymanê re bertekên jinan zêde bûn. Jinan diyar kirin ku îro dê li dijî peymanê dakevin qadan. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) Ayşe Acar Başaran bertek nîşan xwevekişandina ji Peymana Stenbolê da. 
 
'Ev maf îqtîdarê nedaye'
 
Ayşe diyar kir ku AKP û MHP demek dirêj e ku li ser Peymana Stenbolê niqaş dikirin, li ser bertekên jinan heta niha îqtîdarê dem bi dem paşve gav diavêt û di berdewamiyê de ev tişt got, "Di serdema Îqtîdara AKP'ê ya 18 salan û taybetî jî di serdema pandemiyê de ku şer gûr kirin, herî kêm ku rojê 3 jin tên kuştin û li qadan li jinan tundî tê kirin xwevekişandina ji Peymana Stenbolê nayê qebûlkirin.  Ji ber ku Peymana Stenbolê destkeftiyeke di encama têkoşîna jinan a bi salan hatiye bidestxistin e û ne mafekî ku îqtîdarê daye ye. Peyman di 2011'an de di encama têkoşîna rêxistinên jinan de û bi piraniya îmzeya partiyên li mecliyê hatiye qebûlkirin."  
 
'Darbeya zîhniyeta yekperest e'
 
Ayşeyê diyar kir ku AKP ji bo siyaseta xwe jinan wekî astengî dibîne, dixwaze wan bêdeng bike û ji bo ku tundiyê meşrû bike heta niha gelek tişt kirin, ji bo ku hêzê bide mêran jî ji Peymana Stenbolê vekişiya ye. Ayşe di dawiya axaftina xwe de wiha got, "Rêbaza xwevekişandinê ne ev e. Peymana Stenbolê Peymaneke navneteweyî ye û dibê îqtîdar li gorî rêbaza ku hatiye îmezkirin jê vekişe. Lê îqtîdara yek kesî hemû mekanîzmayên li welêt fesih dike û bi zîhniyeta xwe ya yekperest darbeyan pêk tîne.  Ev rewş ji êrîşên li ser partiya me cuda nikare bê destgirtin. Îqtîdar hemû astengiyên li pêş xwe tune dike. Lê wê jin dest ji vê destkeftiya xwe ya dîrokî bernedin û wê Peymana Stenbolê biparêzin."