Ji bo Newroza Êlihê banga tevlîbûnê

  • 11:54 20 Adar 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Li Êlihê Newroz, sibêhê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li Qada Newrozê bê pîrozkirin. 
 
Li Êlihê Newroz dê bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” di 21 Adarê de saet di 10.00’an de li Qada Newrozê ya li taxa Pazaryeriyê were pîrozkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, hunermend Xem, Meral Tekçî, Şerzat û Kolektîfa Rîtmên Azad wê beşdarî Newrozê bibin. 
 
Ji aliyekî amadekarî ji aliyêkî jî bangên ji bo tevlibûna Newrozê tên kirin didomin.