Kelecana Newrozê ya li Yenîkapiyê: Gel diherike qadê

  • 11:29 20 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL - Girseya herîkî Qada Yenikapiyê ya dê Newroz bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin azad bibin" lê bê pîrozkirin, dirûşmên xwe berz kir û lîrand.   
 
Îsal Newroz bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” tê pîrozkirin. Yek ji navnîşanên van pîrozbahiyên bi heybet jî bajarê Stenbolê ye. Newroza Stenbolê li Meydana Yenîkapiyê tê pîrozkirin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tê pîrozkirin. Bi rojan bû li Stenbolê amadekarî dihatin kirin û ev amadekarî temam bûn û îro bi sed hezaran kes diherike qada Newrozê. 
 
Şêniyên Stenbolê bi rojan bû bi kelecan li benda pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji saetên serê sibê ve xelk diherike qada Newrozê. Polîsan bi bariyeran derdora qadê dorpêç kiriye. Tenê di ketinekê de xelk derbasî qadê dibe. Xwegihandina qadê jî ji ber bariyerên polîsan bi zehmetî ye. Welatiyek bi astengiya bariyerên polîsan re rûbirû ma wiha bertek nîşanî vê rewşê da: Ev derî tenê ji gel re girtî ye. Ji alîgir û qatilan re vekirî ye. Em ê îro vê qadê tije bikin.” 
 
Welatiyan li ber xalên bariyerên polîsan li benda derbasî qadê bibin sekinîbûn, li ber erbaneyan govend gerandin. Her kêliyê ku diçe girseya gel zêde dibe û li bendê ne derî vebibe û li qadê cihê xwe bigirin. 
 
Li qada pîrozbahiyê polîsan bi saetan lêgerîna bombeyan kir. Li qadê pankartên mezin ên bi dirûşma Newrozê “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin”, “Newroz raperîna azadiyê ya jinan e” hatin daliqandin. Her wiha bi 9 zimanên din jî pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin. 
 
Piştî derî vebibe wê girse derbasî qadê bibe û pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê bike. Pişt re wê Komîteya Amadekar gel silav bike û axaftina destpê bike. 
 
Jin bi kincên xwe yên kurdî beş dar bûn
 
Jin bi kincên xwe yên neteweyî û tilîliyên xwe ketin qadê. Jinan bi stranên kurdî govend gerandin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin."
 
Jin bi berdilkên xwe yên xemrî daketin qadan
 
Jinên peywirdar ên li qadan berdilkên xemrî yên li ser nivîsa "Bi jinê niha dema azadiyê" hatibûn nivîsandin li xwe kirin. 
 
Çalakiyên grevên birçîbûnê hatin silavkirin
 
Her wiha endamên Melcîsa Ciwanan a HDP'ê bi erbaneyan govend gerandin û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” çalakiyên grevên birçîbûnê silav kirin.
 
Silav ji bo Abdullah Ocalan hat şandin
 
Girseyê bi govendê dirûşmên “Bijî serok Apo” û  “Bê serok jiyan nabe” berz kir û Abdullah Ocalan silav kir. 
 
Piştî axaftina Serokê Komîteya Amadekar Murat Kalmaz, wê metna daxuyaniya Platforma Hêzên Ked, Aştî û Demorkasiyê yên Stenbolê were xwendin. Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş biaxivin. Her wiha wê Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, Dayikên Aştiyê wê derkevin ser dikê û xelkê silav bikin. Ji Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) Seher Dûrsûn jî wê axaftinekê bike. Di navberê de jî wê hunermend Ronî Artîn, Erdal Bayrakoglû, Veysî Ermîş derkevin ser dikê û stranên xwe bêjin.