Çalakiya malbata Şenyaşar didome

  • 10:37 20 Adar 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ya bi daxwaza 'Edaletê' 12 roj in didome.
 
Çalakiya Emîne Şenyaşar û kurê yê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê, bi daxwaza 'Edaletê' di roja 12'an de didome. 
 
Berê sibehê malbata Şenyaşar hate ber edliyê, ji ber ku roja Şemiyê ye, encex heta ber deriyê bexçeyê karî ku biçe. Şenyaşar dowîza bi nivîsa, ''Li nexweşxaneya dewletê li ber çavê  min hevserê min û zarokên min kuştin, ez ji bo wan dadê dixwazim'' rakir û çalakiya rûniştinê da destpêkirin.