Agirê Newrozê ew anîn gel hev

  • 09:09 20 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL- Jinên ji bajarên kurdan koçî Stenbolê kirine, beyî coş û rihê Newrozê winda bikin li dora agirê Newrozê bûn yek. Em wan rojan guhdar dikin.
 
Îsal li Stenbolê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) wê Newroz bi dirûma ‘Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bibin û azad bibin’ wê li qada Yenî Kapi bê pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê ku 42 sale li Stenbolê tê kirin tevî zextan bi mîlyonan kes anî gel hev. Me ji jinên li Stenbolê dimînin pîrozbahiyên Newrozê yên salên berê guhdar kir.
 
‘Her ciwanên kurd sûcdar bûn’
 
Lutfiye Kaytekîn ku bi salan di rêveberiya HADEP’ê de cih girt di 1992’an de ji Gimgima Muşê koçî Stenbolê kiriye. Lutfiye ya di 1993’an de bi îşkencê hat girtin got: “Li taxên kurdan operasyon pêk dihatin. Hemû ciwan û jinên kurd sûcdar dihatin dîtin. Di destê me de pirtûk an jî rojname hebûna em sûcdar bûn. Ji ber min pirtûk dixwend ez hatim darizandin. Li dadgehê min ji dadger re got ji bo îşkenceya we spas. Dadger pirsî got çima. Min jî ber nasnameya min min nas kir.”
 
‘Min Newroza ewil a watedar li girtîgehê pêşwazî kir’
 
Lutfiyeyê daxuyakirin ku di zarokatiyê de wate nedida Newrozê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gundê me agir dihat pêxistin. Em her ku mezin bûn me fêm kir. Dema Newroz dihat me kulîlk kom dikirin, lê piştî em hatin Stenbolê ez ketim girtîgehê û min Newroza herî xweş li wir pîroz kir. Em dihatin gel hev û me agir pê dixist, me şano dilîst. Wê demê Gurbetellî Ersoz got çîroka Newrozê binivîsin. Piraniya koxuşê hemû xwendekarên zanîngehê bûn. Ez jî ji gund hatibûm. Min got gelo ez ê çawa binivîsim. Ez li ser sernav pir sekinim. Di xewa xwe de diaxivim. Hevalan digot Lutfiye çi diaxive. Gurbetelî bi min re axivî. Min got min xweş nenivîsiye. Wê jî got te pir xweş nivîsiye. Wê demê ez pir kêfxweş bûm.”
 
‘Her kesî agir pêdixist’
 
Lutfiyeyê wiha berdewam kir: “Piştî girtîgehê di HADEP’ê de xebitîm. Di Newrozên1996-97’an de me gel vedixwend Newrozê. Newroz qedexe bû. Ji ber vê gelek kes hatin binçavkirin. Newroza 98’an hatibû qedexekirin. Me du kesan afîş çêkirin. Bi şev em xebitîn li ser. Wê demê bi ser taxên kurdan de digirtin. Ciwan hatin binçavkirin. Ciwanan li qerekolan jî xwedî li Newrozê derdiketin.Li Metropolan pîrozkirina newrozê wateya wê mezintir bû. Di Newroza 99’an de her kesî bi seferberî Newroz pîroz kir. Tevî hemû qedexeyan em xwedî lê derketin. Rihê wê demê nayê vegotin. Xwedîderketin û coşa gel em li ser piyan hiştin. Newroz ji bo me gelek girînge. Wê gelê me dîsa li qadan be. Ez banga tevlîbûnê li hemû gelê me dikim.”
 
‘Em her sal bi rengên xwe tevlî bûn’
 
Hacer Çokşen jî di 1997’an de ji Melezgîra Muşê bi malbata xwe re koçber bûye. Malbata wê ewil koçî Mersînê dikin û di 2000’î de jî koçî Stenbolê dikin. Hacer bi malbata xwe re çanda xwe dide jiyîn û her sal tevlî Newrozan dibe. Hacer derbarê newrozê de  wiha dibêje: “Em girîngiyê didin Newrozê. Em hersal tevî hemû êrîş û zextan tevlî bûn.Çi dikin bila bikin em ê Newroza xwe pîroz bikin. Bi salane beriya Newrozê li taxan agir tê pêxistin. Coşek mezin serdeste. Dem bi dem cihê Newrozê biguherînin jî kelecan her tim di asta herî jor de ye.Di 2012’an de tevî qedexeyê em meşiyan Qada Kazliçeşme. Em sibhê zû hatin gel hev. Kolan hatibûn girtin. Lê tevî her tiştî me dest bi meşê kir. Bombeyên gazê avêtin. Polîsan her der girtibûn. Bi copan êrîş dikirin. Em bi zor ji wir derketin. Zarokên biçûk hebûn. Me berxwedanek mezin li wir nîşan da. Newroz ji bo me tê wateya azadiyê. Roja têkoşîn û berxwedanê ye. Ji bo me roja herî xweş e.”
 
‘Tevî astengiyan em ketin qadê’
 
Muhteber Çokşen jî ji Muşê koçî Stenbolê kiriye û got bi salane bi jintiya xwe Hacerê re diçe Newrozê û wiha got: “Em bi coşek mezin xwe amade dikin û diçin qadê. Tevî hemû astengî û êrîşan em diçin. Em her sal bi dirûşme û cil û bergên xwe yên gelerî li qadê bûn. Em li taxan agir pê dixin û Newrozê pîroz dikin. Em li dora agir govendê digerînin. Em ne li ser axa xwe bin jî em agirê xwe pê dixin.”
 
‘Em îsal jî li qadê ne’
 
Muhteberê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser Newroza îsal û bi lêv kir ku wê îsal li Yenîkapi bin û wiha dawî lê anî: “Hewl didin nexweşiyê bikin hincet û nehêlin em pîroz bikin. Lê ew çi jî bikin em ê nesekinin.Ew mîtîngên xwe dikin. Lê dema dor tê me asteng dikin. em ê li qadê bin û agirê Newroza xwe hildin.”