Girtiyê nexweş, Seyîtxan Yaman 3 sal in tê tecrîdkirin!

  • 09:06 20 Adar 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Girtiyê sîyasî Seyîtxan Yaman ê ku nexweş e 3 sal in di hucreya yekkesî de tê tecrîdkirin. Diya Seyîtxan, Xezal Alan jî bal kişand ser rewşa wî ya tendirustiyê û wiha got: “Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in. Divê demildest dawî li tecrîdkirina wan were.”
 
Binpêkirina mafan a li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Girtiyên sîyasî û bi taybet jî girtiyên nexweş in tên tecrîdkirin û ji hemû mafên xwe tên mehrûmkirin. Girtiyê siyasî Seyîtxan Yaman ê ku di Girtîgeha Tîpa F ya Xerpêtê de dimîne pirsgirêkên mezin ên tendirustiyê dijî. Rexmê nexweşiyên xwe 3 sal in bêyî sûc di hucreyê de tê hiştin. Malbata Seyîtxan daxwaza dadê dikin.
 
‘3 sal in Seyîtxan tê tecrîdkirin’
 
Xezal Aslan bal kişand ser rewşa Seyîtxan û wiha got: “Seyîtxan bêyî sûc 5 sal in di girtîgehê de ye. 34 sal ceza lê hat birîn. Dema ku girtine heta roja îro îşkence li wan tên kirin.  Ev 3 salên wî ne, bi hinceta ku ‘wê zirerê bide’ dikin hucreya yekkesî. Ew 3 sal in tê tecrîdkirin. Ji hemû mafên xwe tê mehrûmkirin. Dema werzîşê de jî wê dibin cihekî tenê derdikeve.”
 
‘Rewşa wî ya tendirustiyê nebaş e’
 
Xezalê wiha berdewam dike: “Seyîtxan rewşa wî ya tendirustiyê ne asayî ye. Lingên wî kireç girtiye û di singa wî de jî pirsgirêkên girîng hene. Ji ber ku nikare derbikeve, an jî qada wî ya ku lê bilive tune ye rewşa lingê wî xirabtir dibe. Her roja diçe astengiyên wî mezin dibin. Ji bo rewşa Seyîdxan ya tendirustiyê mezintir nebe, divê demildest wî ji hucreya yekkesî derbixin. Divê şert û mercên wan ên jiyanê werin sererastkirin.”
 
‘Tecrîd sûc e’
 
Xezalê herî dawî wiha got: “Di heman demê de ew sirgun kirine. Divê hinek nêzî me bikin. Temenê min û yê bavê wî mezin e. Em nikarin bibin rêwî. Me gelek caran daxwaz kir ku nêz bînin. Yan jî ji hucreyê derbixin. Lê hemû daxwaznameyên me bê bersiv man. Ez weke dayik di diltengiyê de me. Pirsigirêkên min ên tendirustiyê hene. Pêwîst e vê yekê li ber çavan bigirin. Em nikarin vê êşê rakin. Divê demildest dawî li tecrîda li ser wan were.”