‘Newroz berxwedan û hebûn e’

  • 09:05 20 Adar 2021
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Jinên ji bo pîrozbahiya Newrozê xwe amade dikin diyar kirin ku Newreoz ‘berxwedan û vejîn e’ û gotin: “Bila jin jiyan û azadiya xwe biparêzin. Ji bo rojên hîn xwişktir li qada bin.”
 
Bi hatina meha adarê re bi xwezayê re nûbûn dest pê dike û bandor li ser her qada jiyanê dike. Meha adarê ku tovên biharê davêje, berxwedanê temsîl dike. Yek ji rojên herî bi heybet a meha adarê bêguman 21’ê Adarê ye. Cejna Newrozê ya 21’ê Adarê ku mizginiya biharê dide û bi giştî ji bo gelên Rojhilata Navîn û bi taybet bo gelê kurd cejneke girîng e îro û sibehê wê li gelek navendan bi coş bê pîrozkirin. Agirê Newrozê li gelek navendê hat hildan. Ji bajarên herêmê bigirin heta bajarên Tirkiyeyê, amadekariyên Newrozê didome. Komîteya Tertîp a Enqereyê jî bi dirûşma ‘wekhevî, edalet, aştî û azadî’ daxuyanî da û bang li hemû welatiyên Enqereyê kirin ku di 21’ê Adarê de saet di 13’an de li Qada Anadolu bên gel hev.
 
Remziye Guçlu û Zelîha Unlu yên li navçeya Mamak a Enqereyê dijîn der barê Newrozê de amadekariyên xwe didomînin. Remziye û Zelîhayê banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.
 
‘Newroz, berxwedan, vejîn û kêfxweşî ye’
 
Remziye Guçlu destnîşan kir ku Newroz ji bo wan wateyek girîng îfade dike û wiha pê de çû: “Newroz berxwedan e. Newroz berxwedan û serkeftina Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim îfade dike. Newroz ji Mazlum Doganan heta îro bi berxwedanê hatiye. Newroz dîroka hişyarbûna gelê kurd e. Gelê kurd vê rojê wek cej û şahî pîroz dike. Newroz cejna kurdan e. Kurd bi reng, ziman û çanda xwe Newrozê pîroz dike. Newroz hebûna me bi me dide hîskirin. Newroz kêfxweşî, berxwedan, hebûn, vejîne.”
 
‘Wê şitla me her tim şîn bibe’
 
Remziyeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku komkujiya Dehaqan a li ser gelê bindest niha jî li ser kurdan tê meşandin û di Newrozan de hîna jî zarok tên qetilkirin. Remziyeyê bi lêv kir ku ew dest ji berxwedanê bernadin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her em cejna Newrozê pîroz dikin. Zext çi dibin bila bibin nikarin pêşî li hatina biharê bigirin. Wê şitla me her tim şîn bibe. Newroz bihara me ye. Em bi hemû reng, coş û kêfxweşiya vê serkeftinê em ê cejnê pîroz bikin. Em hemû gelê xwe dawetî Newrozê dikin. Em ê bi govenda xwe agirê Newrozê hildin. Sala borî me bi çakmakên xwe agirê xwe pêxist, me tilîliyên xwe li taxan da bihîstin. Me Newroza xwe pîroz kir. Di her şert û mercî de em ê Newroza xwe pîroz bikin. Newroz berxwedan e, em dest ji berxwedana xwe bernadin. Em ê bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin.”
 
‘Newroz jiyan e, em jiyanê diparêzin’
 
Zelîha Unlu jî bi lêv kir ku Newroz jiyan e û got Newroz şiyarbûna xwezayê ye. Zelîhayê daxuyakirin ku divê hemû jin li qadan bin û wiha dawî lê anî: “Em ê wê coşê bidin jiyîn. Newroz ji bo min jiyan e, em jiyanê diparêzin. Ji bo jiyanê jî berxwedan ferz e. Newroz jî berxwedan e. Em her sal dadikevin qadan û berxwedanê nîşan didin. Bila jin jiyan û azadiya xwe biparêzin. Bila ji bo rojên hîn xweşiktir li qadan bin. Em bi biryar in ku jiyanê bi hemû coşa wê bijîn. Ez banga tevlîbûnê li hemû jinan dikim.”