'Em ê bi rihê jinên ku bûne Newroz biherikin qadê'

  • 09:02 20 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Siyasetmedarên jin ên Amedê diyar kirin ku ji bo Newrozê amade ne û gotin: "Em ê qada Newrozê wek salên berê tijî bikin û em ê bi rihê jinên ku bûne Newroz biherikin qadê."
 
Newroza ku mizgîniya biharê ye dê îsal bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bê pîrozkirin. Newroza ku her sal bi tevlîbûneke mezin dihat pîrozkirin, par ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) pîrozbahiyên girseyî pêk nehatin. Lê welatî li malên xwe li şaneşînên xwe agir pêxistin û Newroza xwe pêşwazîkirin. Îsal Newroz dê li qadan bê pîrozkirin. Li her herêmê bi coşek mezin amadekariyên pîrozbahiyê tên kirin. Siyasetmedarên jin ên Amedê derbarê Newrozê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin û banga tevlîbûnê li jinan kir. 
 
'Vejîn û têkoşîn li her derê ye'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yenîşehîra Amedê Remziye Sizici, destnîşan kir ku coşa ku di 8'ê Adarê de hatibû xuyakirin dê xwe li Newrozê bigihîne asta herî jor.  Remziye wiha berdewam kir: "Berxwedana ku ji Kawayan dest pê kir, ji Rehşanan ve berdewam kir îro xwe bi her awayî vejîn û têkoşîna xwe dide der. Mîrateya berxwedana ku bi taybet jinên kurd anîn heya îro, Newrozê wek roja vejîna xwe dibînin. Dema me xebatên 8’ê Adarê jî kir, ew coş û heyecana jinan xwe teyisand her derê."
 
'Em ê di qada Newrozê wek salên berê tijî bikin'
 
Remziye, di dawiya axaftina xwe de wiha banga tevlîbûnê kir û got: "Bangawaziya min ji gel ew e ku, dijminek ku li hemberê me heye, dixwaze berxwedan û têkoşîna me bişkîne. Dixwaze vîna me bixetimîne. Lê em ê di Newrozê de, roja berxwedan û vejînê de agirê Newrozê bi tilîlyên xwe bi dirûşme û govendên xwe dê agirê Newrozê gur bikin. Em ê di qada Newrozê wek salên berê tijî bikin. Bi nêzbûna Newrozê em tax bi tax çalakî li dar dixin û agirê Newrozê pê dixin. Coşa gelê ji niha de xwe dide der. Me sala par ji ber virûsa koronayê nekaribû pîroz bikin lê îsal Newrozê bi rih û berxwedanek cuda em ê pêşwazî bkin."
 
'Em ê ji bo rakirina tecrîdê dê li qadê bin'
 
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bîrgul Çagrici jî got 21’ê Adarê roja têkoşîna û berxwedanê ye û wiha axivî: "Hûn jî dizanin ku di zindanan de ji bo rakirina tecrîdê grevê birçîbûnê dest pê kiriye.  Divê tevahî gel di 21’ê Adarê de ji bo şikandina tecrîd û azadiyê li qadan be. Coş û kelecaniya gel moraleke mezin dide me û bi taybet di 8’ê Adarê de ev coş li her derê da xwe da xuya kirin. Gelê me jî ev demek dirêj e xwe ji bo Newrozê amade dkin û dê em di 21'ê Adarê de ji 7'ê heya 70'yan li ber agirê Newrozê werin gel hev."
 
 'Divê bi coş û rihekê berxwedêr xwedî li Newrozê derkevin'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Necîme Yaşar jî diyar kir ku divê Newroz bi coşek mezin û bi rihekî berxwedêr bê pîroz kirin û wiha axivî: "Ez di destpêkê de Newroza hemû gelê ji dil û can pîroz dikim. Em bang li her kesê dikin bila xwe bikişînin qadan. Newroz yekitî ye. Newroz vejîna gelan e. Newroz hebûna her gelê ye. Divê bi coş û rihekê berxwedêr xwedî li Newrozê bê derkerin. Em hemû dê dakevin qadan û bi reng û coşa xwe Newrozê pîroz bikin."