ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 20 Adar 2021
  • Rojev
*Parêzer Hatîce Demîr redkirina tevlîbûna dozên jinan ya Navenda mafê Jinan a Baroya Amedê nirxand û got: “Di sûcên ku jin mexdûr dibin de, dema jin hesabê vê dipirsin, pir nerehet dibin. Di pêvajoya dawî de em vê pir zêde hîs dikin.” BI DÎMEN 
 
* Siyasetmedarên jin ên Amedê diyar kirin ku ji bo Newrozê amade ne û gotin: "Em ê qada Newrozê wek salên berê tijî bikin û em ê bi rihê jinên ku bûne Newroz biherikin qadê." BI DÎMEN 
 
*Jinên ji bo pîrozbahiya Newrozê xwe amade dikin diyar kirin ku Newreoz ‘berxwedan û vejîn e’ û gotin: “Bila jin jiyan û azadiya xwe biparêzin. Ji bo rojên hîn xwişktir li qada bin.” BI DÎMEN
 
* Girtiyê sîyasî Seyîtxan Yaman ê ku nexweş e 3 sal in di hucreya yekkesî de tê tecrîdkirin. Diya Seyîtxan, Xezal Alan jî bal kişand ser rewşa wî ya tendirustiyê û wiha got: “Cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh in. Divê demildest dawî li tecrîdkirina wan were.” BI DÎMEN
 
*Jinên ji bajarên kuran koçî Stenbolê kirine, beyî coş û rihê Newrozê winda bikin li dora agirê Newrozê bûn yek. Em wan rojan guhdar dikin. BI DÎMEN
 
*Malbatan diyar kirin ku li girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi awayekî kêfî bi ser koguşan de tê girtin û got ew vê zilma tê kirin qebûl nakin û ewlehiya canê zarokên wan tune ne. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka giştî ya SYKP’ê Canan Yuce nîqaşên girtina HDP’ê nirxand û got ji avabûna komarê heta niha destilatdariyên cuda û darbekaran li hember muxalîfan komkujî, suîkast, darvekirin, surgun pêk anîne û partî girtine, lê tevî hemû êrîşan bi ser neketine. Hevberdevka Partiya Çep Kesk Eylem Tuncaelî jî daxuyakirin ku astengiya herî mezin a li pêş AKP’ê HDP ye.
 
* Bi tevlîbûna parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr dê bi minasebeta Newrozê serdana esnafan bê kirin. (11.00-16.00)
 
*Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê tevî parlementeran  serdana esnafanên li taxan û nafçeyan dê bike. Wê belavokên Newrozê belav bikin. (11.00)