HDP’ê li navend û navçeyên Amedê gel vexwend Newrozê
- 17:35 19 Adar 2021
- Rojane
AMED - HDP’ê xebatên xwe yên di çarçoveya Newrozê de bê navber didomîne. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan ên Amedê bi welatiyan re hatin gel hev û gel vexwendin Newrozê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên Newrozê bê navber didomîne. Li Amedê Newroz dê bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin" bê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li gelek navçeyên Amedê rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan bi welatiyan re hatin gel hev û gel vexwendin Newrozê.
Rezan
Li navçeya Rezanê li Kolana Sakaryayê rêxistina HDP’ê ya Rezanê bi welatiyan re hat gel hev û serdana esnafan kir. Serdan bi tevlîbûna Parlementera HDP’ê Semra Guzel û endam û rêveberên partiye pêk hat û welatî vexwendin Newrozê.
Peyas
Li navçeya Peyasê ya taxa Pîrînçlîkê jî rêxistina navçeyê gelê vexwendin mîtînga Newrozê. Şandeya ku bi welatiyan re hatin gel hevdû ji aliyê welatî û zarokan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Yenîşehîr
Li Navçeya Yenîşehîrê jî bi heman armancê rêxistina navçeyê bi welatiyan re hat gel hev û ew vexwendin Newrozê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsîm Dag, endam û rêveberên partiyê beşdarî çalakiyê bûn. Şande ji aliyê welatiyan ve bi coş û kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Sûr
Li Navçeya Sûrê jî endam û rêveberên navçeya Sûrê ya HDP’ê bi welatiyan re hatin gel hev û vexwend Newrozê. Her wiha Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn jî tevlî serdanan bû.
Farqîn
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî endam û rêveberên rêxsitina navçeya Farqînê ya HDP’ê esnaf ziyaret kirin û ew vexwendin Newrozê. Welatiyên ku şande bi xweşbînî pêşwazî kirin gotin ew ê Roja Newerozê li qadan bin.
Karaz
Her wiha li navçeya Karazê ya Amedê jî bi tevlîbûna endam û rêveberên rêxistina navçeyê ya HDP’ê serdana welatiyên navçeyê hat kirin û welatî vexwendin Newrozê.
Gêl
Bi heman armancê rêxistina HDP’ê ya Gêl’ê jî bi welatiyan re hat gel hev. Welatiyan jî ji bo Newrozê coş û kelaniya xwe anîn ziman û gotin ku ew ê di Newrozê de li qadan bin.
Hazro, Hêne û Çinar
Li navçeya Hazro yê jî rêxistina HDP’ê li bazarê bi welatiyan re hatin gel hev û wan vexwend Newrozê. Her wiha li navçeyên Çinar û Hênê jî HDP’ê xebatên xwe yên di çarçoveya Newrozê dê pêk anî û gelê vexwend Newrozê.