Dayikên Aştiyê banga tevlîbûna Newrozê kirin

  • 16:37 19 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Dayikên Aşitiyê yên banga tevlîbûna ji bo Newrozê kirin anîn ziman ku bila herkes derkevin kolanan, Newrozê pîroz bikin û wiha gotin:"Divê herkes bi cilên xwe yên heremî qadên Newrozê tejî bike."
 
Newroza îsal wê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” were pîrozkirin. Dayikên Aşitiyê jî banga tevlîbûna Newrozê kirin û wiha gotin: “Ji bo ku bibin dengê girtiyan divê ji 7 saliyan heta 70’ê saliyan herkes li qadan Newrozê pîroz bike.”
 
Dayika Aştiyê Kadriye Ozgan a li Taxa Demetevler dijî banga xwedî derketina li Newrozê kir û wiha got: “Derkevin kolanan û bi serhildanê Newrozê pîroz bikin. Vê ji bo hemû kurd û ji bo berxwedana li girtîgehan bikin. Divê herkes bi cilên xwe yên heremî qadên Newrozê tejî bike.”
 
‘Divê hemû kes beşdarî Newrozê bibin’
 
Dayika Aştiyê Hatîce Ay jî diyar kir ku Newroz serhildana kurdan e û wiha axivî: “Dema ez biçûk Adarê li çiyayên Licê agir dihat pêxistin. Dema me dipirsî ku ev çi ye? Mezinên me digotin ‘Ew agirê Newrozê ye’. Me wê demê nedizanî lê ji wê rojê heta niha agirê Newrozê bilind dibe.” Hatîce, anî ziman ku li gel her tiştî wê îsal jî Newrozê pîroz bikin û wiha got: “Divê zarok, ciwan, kal her kes beşdarî Newrozê bibe. Hêvî dikim ku Newroz weke her sal bibe wesîleya aşitî û azadiyê.”