SES’ê serdana Emîne Şenyaşar kir

  • 15:57 19 Adar 2021
  • Rojane
RIHA - Rêveberiya Şaxa SES’ê ya Rihayê, Emîne Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştînê ya bi daxwaza “edaletê” digire ziyaret kir û Hevserokê Şaxê got ku ew li cem malbata Emîne Şenyaşar in.
 
Rêveberiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Rihayê, serdana malbata Emîne Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştînê ya bi daxwaza “edaletê” digirin ziyaret kir. Hevserokên Şaxa SES’ê Eylem Salar û Salîh Karataş jî di nav de heyeta SES’ê bi Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar re hevdîtin kir û piştevaniya xwe ya ji bo wan aşkera kir. 
 
Bi zêmar serboriya xwe ji heyetê re vegot
 
Emîne Şenyaşar, bi zêmar serboriya xwe ji heyetê re vegot û diyar kir ku zarokên wê li nexweşxaneyê li ber çavê wê hatine qetilkirin û xwest ku qeydên qamereyan ên van kêliyên derkevin holê û ev gazinc kirin: “Dewlet tune ye. Hikûmet tune ye. Tiştên hatin serê me qet nabînin.” 
 
‘Em li cem malbata Şenyaşar in’
 
Piştî Emîne Şenyaşar Hevserokê Şaxa SES’ê Salîh Karataş jî axivî û ev tişt gotin: “Li dijî daxwaza “edaletê” ya malbata Şenyaşar herkes ker û kor bûye. Kes qêrîna dayikeke ku 3 sal in edaletê dixwaze nabihîze. Zihniyeta ku qeydên nexweşxaneyê tune dike û dixwaze ser bûyerê bigirin piştî têkçûna vê hikûmetê wê hesabê vê bide. Mixabin êdî daraz ne gîrêdayî qanûnan girêdayî kesan e. Heta ku ev pargala darazê bi dawî bibe em li cem malbata Şenyaşar in.”