Jinan ji bo Şengalê name ji rayedarên Iraqê re şandin

  • 15:54 19 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji çar aliyên cîhanê ji 100'î zêdetir şexsiyet û saziyan nameya hevpar îmze kirin û xwestin ku peymana Şengalê were betalkirin.
 
Nameya ku bi pêşengiya Navenda Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) hatî destpêkirin ji Serokkomarê Iraqê Berham Salih û Serokwezîrê Iraaê Mustafa Kazimî re hate şandin. Di nameyê de hate xwestin peymana Şengalê ya di navbeyna Bexda-Hewlêrê de 9'ê Cotmeha 2020'an hatî îmzekirin were betalkirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin.
 
Di nameyê bi sernavê ''Nameya piştgiriya jinan a civaka êzidî ya Şengalê'' wiha ye: 
 
''DAÎŞ'ê tebaxa 2014'an li dijî civaka êzidî ya li Şengalê komkujiyek pêk anî, bi hezaran mirov qetil kir û bi sed hezaran jê bêgav mane ku xaka qedîm a Mezopotamyayê Jorîn bihêlin. Li gel ku ev qirkirin ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye naskirin jî civaka êzidî hê jî li benda dadê ye.
 
DAÎŞ'ê li dijî êzidiyên li Şengalê qirkirin bêhtir li ser qirkirina jinan pêk anî û ev hê tê domandin. Tê zanîn DAÎŞ li dijî jinan xwedî îdeolojiyeke bi dijminatî ye. Ev koma cîhadî 7 hezar jin û zarokên keç êzidî bi navê 'xenîmetê' revandin, ew li bazarên koleyan firotin, ew mişextî Iraq û Sûriyê û deverên din kirin. Bi qasî 3 hezar jin û zarokên keç ên êzidî hê jî winda ne. Dema ku mirov balê bişîne ser roja jinan a parastina çand û nasnameya wan civakên ku gef li wan tê xwarin, aşkere tê dîtin ku DAÎŞ'ê bi qirkirina jinan armanc kiriye ku baweriya êzidî ji holê rake.
 
Bersiva civaka êzidî ya li Şengalê, nexasim a jinan a li qirkirinê û qirkirina jinan pir karîger e. Wan rêyek dîtin ku dîroka komkujî û qirkirinê bi dawî bikin û hewl dan ku birînên xwe bipêçin. Ji bo civaka êzidî bersiva ku dane qirkirinê bû xwerêxistinî. Li ser hîmê jiyana hevpar, pirengiya demokratîk, mafên wekhev û xweseriya siyasî, êzidiyan xwerêveberiya xwe, meclîsên xwe yên jinan ên xweser û xweprastinê ava kirine.
 
Iraq ku dewleteke pir etnîk e, bi salan e şerê etnîk û mezhebî lê heye. Ji bo ev nakokî û şer li paş bimînin pir girîng e ku civakên xwecih tevlî pêvajoyên biryardayina siyasî bibin, vîna wan a kolektîf were dîtin û wiha di navbeyna hikûmeta navendî û civakên xwecihî de têkiliyeke demokratîk were danîn.
 
Heyf, peymana Şengalê ku 9'ê Cotmeha 2020'an di navbeyna hikûmetên Federal a Iraqê û ya Herêmî ya Kurdistanê de hatiye îmzekirin bi fikra jiyana hevpar re li hev nayên, ji ber ku ev peyman bêyî civaka êzidî hat danîn. Bi vê peymanê re careke din êzidiyên Şengalê birîndar bûne, ji ber ku ew ne weke kirdeyên siyasî lê weke objeyan hatin dîtin ku derheqê dahatuya wan hine dî nîqaş dikin û li ser wan biryarê didin.
 
Em kesên ku îmzeya wan li jêr e, bang li Serokkomarê Iraqê û Serokwezîrê Iraqê dikin ku peymana Şengalê ya 9'ê Cotmeha 2020'an, ku li nav civaka êzidî şikestinek çêkiriye, betal bikin. Ji bo diyarbûna dahatuya Şengalê, jêneger e ku civaka êzidî ya Şengalê bi rengekî demokratîk tevlî bibe û bibe xwedî temsîlê. Ji vî alî ve, em bang li we dikin ku xwerêveberiya civaka êzidî ya Şengalê nas bikin.''