Rêxistina HDP’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê belavok belav kir

  • 15:15 19 Adar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî ku destûra pîrozbahiya Newrozê a li navçeya Qoser û Nisêbînê hate dayîn, rêxistina HDP’ê ji bo gel dawetî Newrozê bike belavok belav kir.
 
Bi dirûşma “Em bi Agirê Newrozê li berxwe Bidin û bi ser bikevin” wê di 21’ê Adarê de li Navçeyê Mêrdînê, Nisêbîn û Qoserê pîrozbahiya Newrozê were kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo gel dawetî pîrozbahiyê bikin li navçeyan belavok belav dikin û agahiyan bi gel re parve dikin. Îro jî li Nisêbîn û navçeyên din HDP’ê serdana esnafan û atolyeyan kir. Rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr, parlamenterên HDP’ê, Pero Dundar û Ebru Gunay beşdarî xebatê bûn.