Ji rêxistinên Herêma Federal a Kurdistanê banga xwedîderketina li HDP'ê

  • 12:49 19 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Karê Hevbeş ya Çepa Kurdistanê ku ji 3 rêxistinan pêk tê ji bo HDP'ê daxuyaniyek dan û gotin: "Em bang li civaka navnetewî û demokratên li Tirkiyeyê dikin ku rê li ber vê pêngava nedemokratîk bigirin.”
 
Li Herêma Federal a Kurdistanê, Lijneya Karê Hevbeş ya Çepa Kurdistan ku ji 3 partiyên Hizba Komunîst a Kurdistanê, Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan û Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê pêk tê, têkildarî vekirina doza girtina HDP’ê, daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk ji bo girtina HDP’ê doz vekiriye, pêngavek dijwar û berfireh jî dijî endam, alîgir û parlamenterên HDP’ê daye destpêkirin. HDP partiyek siyasiye, bi awayê sivîl, demokrasî û yasayî xebatan xwe dimeşîne û nûnertiya azadîxwazên li Tirkiyeyê dike.
 
HDP nûnertiya azadîxwazin û daxwazên rewa ya gelê me li Bakurê Kurdistanê dike. Ev biryara Hikumeta Tirk ya hemberî HDP’ê, biryarek siyasî ya partiya desthilate. Dixwaze bi vê biryarê xebata HDP’ê ya di parlamentoyê de asteng bike. 
 
Girtina HDP’ê, xizmeta demokrasî û çareserkiriya doza Gelê Kurd ya li Tirkiyeyê nake. Ji bo vê em bang li civaka navnetewî û demokratên li Tirkiyeyê dikin, rê li ber vê pêngava nedemokratîk bigirin.”