Leyla Guven: Ez piştgiriyê didim kampanyaya zimanê kurdî

  • 12:42 19 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê ji bo kampanyaya ziman peyamek şand û got: "Zimanê kurdî bi berxwedanê hatiye îro. Em dev ji berxwedana xwe bernadin. Em piştgiriyê didin kampanyaya ku hatî destpêkirin." 
 
Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, di 22'yê Sibatê de ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Heya niha bi deh hezaran îmze hatin berhevkirin. Kampanya dê heya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bidome. Îmze ji saziyên têkilda re bên şandin. Piştgiriya kampanyayê zêde dibe. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê girtî ye li ser navê jinên girtî yên Xarpêtê bi nameyekê peyam ji Tora Ziman û Çanda Kurdî re şand û piştgirî da kampanyayê. Leyla ji bo kampanyayê serkeftin xwest. 
 
Nameya Leylayê ji bo kampanyayê wiha ye: 
 
"Ji Zindana Xarpêtê silavên germ.
 
Em hevî dikin ku hûn baş bin. Bê guman di nava van şert û mercên giran de başbûyîn ne rehet e. Lê ev jî rastiyeke ku jiyana Gelê Kurd sedsal in her tim di nava aloziyekê de ye. Lewma jî me her tim gotiye 'Berxwedan jiyan e' 
 
Rêhevalên hêja, em li vir 8 jinên kurd dimînin. Şert û mercên li zindanan diqewimin ne hewce ye ku em ji were parve bikin. Ji xwe hûn kêm zêde dizanin. Ev 40 sal in qada zindanê ji bo kurdan bûye warê berxwedanê. Wekî hûn jî dizanina ji sed rojî zêdetir in, girtiyên azadiyê di çalakiya birçîbûyinê de ne. Hêviyên me ew e ku daxwaza  girtiyan bê qebûlkirin. 
 
Belê dildarên zimanê kurdî, em li vir di aliyê çapemenî û ragihandinê de gelek zor û zahmetiyan dijîn. Ji ber vê yekê jî em agahiyê ji derve nagirin. Lê me di qanala Meclis TV de bihîst ku we di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de kampanyayek daye destpêkirin. Em ji bo vê xebata hêja gelek kêyfxweş bûn Me jî xwest em vê xebatê pîroz bikin. 
 
Hûn jî dizanin zimanê kurdî bi saya dayikên kurd xwe ji bişaftinê parastiye. Lê belê polîtîkayên qirêj li ser zimanê kurdî ne kême ku em xwe ji xebata ziman, xwedîderketina ziman bi felitînin. Zimanê kurdî hatiye merhaleyek wisa ku bi van polîtîkayên bişivî (pişaftinê) yê pergalê ve ber bi tunebûnê ve diçe. Sedema vê yekê jî dijminantiya zimanê kurdî ye. 
 
Li ku derê zimanê kurdî tê axaftin, li wê derê "X" heye. Li wê derê lêdan kuştin heye. Li ku derê zimanê kurdî tê axaftin, li wê derê tunekirina çandê heye. Li wê derê tunekirina gelekî heye. Li hember hemû êrişan Gelê Kurd dev ji axaftina zimanê kurdî bernade. Li hemberî van polîtîkayan, em zimanê kurdî ji bîr nakin. Nadin ji bîr kirin. Em ê her tim bi berxwadanî biaxivin. 
 
Zimanê kurdî bi berxwedanê hatiye îro. Em dev ji berxwedana xwe bernadin. Kampanya ku we dest pê kiriye em piştgiriyê didin. Em ji xebatên we re serkeftinê dixwazin. Serkeftin."