Ji TJK-E peyama Newrozê

  • 12:24 19 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bi minasebeta Newrozê daxuyaniyek da û got: ''Jinên kurd û Gelê Kurd bi geşkirina berxwedanê dê bersivê bidin êrîşên rejîma faşîst. Weke duh, îro jî em ê li dora Rêber Apo kom bibin.''
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewrpayê (TJK-E), bi minasebeta Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. 
 
TJK-E'yê di duxayaniyê de wiha got: "Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku dawiya xwe dibîne zêdetir êrîşkar bûye. Di sala nû de bi êrîşa ser Garê xwestiye ku xwe ji çiraxê derxîne lê li bara berxwedana bêhempa ya gerîla şikestineke mezin xwariye. Di rewşeke wiha de ku Gelê Kurd û jin xwe ji Newrozê re, ku mizgîniya biharê dide, amadekariyê dikin dewleta faşîst a Tirk li dijî Rêber Apo û Gelê Kurd pêleke nû ya êrîşê daye destpêkirin. Jinên kurd û Gelê Kurd bi geşkirina berxwedanê bersivê bidin êrîşên rejîma faşîst a Tirk. Weke duh, îro jî em ê li dora Rêber Apo kom bibin.''