ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 16 Adar 2021
  • Rojev
 
*Endama Meclîsa Dayikên  Aşitiyê Selma Ozturk a tim tundiya mêr lê dihat kirin lê tucarî dev ji berxwedana xwe berneda got: "Têkoşîn ji min re riya serkeftin û nîşaneya azadiyê ye. Ez weke jinek kurd li dijî hişmendiya mêr û li dijî hişmendiya hemû serdestan têdikoşînê pîroz dibînim. Divê hemû jin jî dest ji xwe bernedin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fehîma Ehmed da zanîn ku komkujiya Helebceyê plan û siyaseteke bi armanca qirkirina gelê kurd bû û heta roja îro li dijî Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dewam dike. DÎMEN HEYE
 
*Ji Newrozê re demeke kurt ma û amadekariyên ji bo pîrozbahiyan didomin. Jinên Wanê ku lez dan xebatên xwe diyar kirin ku coşa bihara ku dijîn di her alî de ji bo wan tê wateya nûbûnê û gotin wê di her şertî de li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
*Dîrok 16’ê Adarê bû, gelê Helepceyê mirina bêdeng a bîhna sêvan jê hat, bîhn kirin. Bi hezaran kes mirin, kesên birîndar xilas bûn, tu car ew dem ji bîr nekirine. Şahid, birîndar, kesên malbatên xwe windakirine, êşa li ser bedena xwe, anîn heta vê rojê.
 
*Buroya Hiqûqê ya Asrînê têkildarî îdiayên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tên kirin daxuyanî da û got îdia cidî ne û divê ji ber van îdiayan demildest hevdîtin pêk were. Jinan jî bertek nîşanî van îdayên tên kirin dan û diyar kirin ku divê ev îdîa bên ronîkirin û deriyê Îmraliyê bê vekirin.
 
*Jinên siyasetmendar ên Mêrdînê têkildarê parvekirinên di derbarê Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan de gumanên xwe anîn ziman. Jinan got pêwîste demlidest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkwere. BI DÎMEN
 
*HDP, li ber avahiya xwe ya Cizîrê  starta pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21'ê Adarê de li Cizîrê bê kirin. dide(13.00)