‘Heta Rêber Apo azad nebe em ê her li qadan bin’

  • 08:57 16 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê TJCM û TCM'ê bi daxuyaniyekê ew îdîayên ku derbarê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de pêş ketine helwesta xwe dan diyarkirin.
 
Tevgera Jinên Cıwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Cıwanên Mexmûrê (TCM) bi daxuyaniyekê îdîayên ku derbarê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de pêş ketine şermezar kirin û diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nexin ew ê ji qadan danekevin. Daxuyanî li ber Parqa Şehîd Arya Cûdî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî dest pê bike ji bo tevahî Şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
 
 Piştre jî derbarê îdîayên li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Oclana  hatine kirin Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê Rewşen Mexmûr axivî û got: “Em jî weke jinên ciwan yên wargeha Mexmûrê ji bo ku em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bikin emê her tim li ser piyan bin. Îro em dibînin dewletên dagirker, xwînvexwer û destehiladar çawa êrîş dibin ser Rêber Apo, ji ber ku baş dizanin ku kilîta azadî û aşitiya gelan Rêber Apo ye. Ji ber vê ye ku Rêber Apo ji xwe re weke tehdîdekê dibînin û hemû êrîşên xwe li ser Seroketî didin meşandin.” 
 
‘Kilîta aşitî û azadiyê Rêber Apo ye’
 
Rewşenê di berdewamiya axavtinên xwe de bal kişand ser hebûna Gelê Kurd û wiha pêde çû: “Em jî weke gel, ciwan û jin pêwîste em vê yekê qebûl nekin û her tim li ser piyan bin. Bila Erdogan bizanibe wê qesrA wî jê re bibe gor û bi ser wî de were ruxandin. Heta ku Rêber Apo fîzîkî azad nebê emê tu carî yek deqe jî ji xwe re jiyanê qebûl nekin. Em ê her dem li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin. Eger Rêber Apo nebûya wê Mazlum Dogan jî agirê newrozê pênexista û wê nebûya berdewamiya Kawa yê Hesin Kar. Wê Sema Yuca bedena xwe ne kiriba pirekî di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji ber vê pêwîste em baş bizanibin kilîta azadiya hemû gelan û gelê kurd Rêber Apo ye, ji ber wê yekê êrîşên ku li ser Rêber Apo tên kirin em qebûl nekin û em ê her tim li ser piyan bin.” 
 
‘Ev pêvajo wê bibe pêvajoya serkeftinê û azadiya Rêber Apo’
 
Rewşeanê bi van gotinan dawî li axavtinên xwe anî: “Banga min ji bo hemû ciwanan li her derê rabin ser piyan. Em ê her derê ji bo dijmin bikin goristan. Em soza vê yekê didin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nexin, em ê tu carî jiyanekê rehet ji xwe re hilnebijêrin.Pêwîste em her dem di nava çalakiyan de bin. Ev pêvajo wê bibe pêvajoya serkeftinê û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî.”