Li Nisêbînê jinek hat qetilkirin

  • 08:46 16 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê mêrekî bi çekê êrişî jina bi navê Gulbahar Asabay kir û ew qetil kir.
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li taxa Kışlayê  Gulbahar Asabay (25) ji aliyê mêrekî ve bi çekê hat birîndarkirin. Piştîi giliyên cîranan Gulbahar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Nisêbînê. Lê hat diyarkirin ku Gulbahar beriya bigihîjînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û ji bo cenazeyê wê bê otopsîkirin rakirina Morga Tipa Edlî ya Mêrdînê.
 
Li gorî agahiyên ji cîranên Gulbaharê hatin girtin, Gulbahar a zewicandî û diya zarokekî ye, beriya mehekê ji ber tundiya hevjînê xwe mal terikandiye û çûye mala diya xwe. Li mala dayika xwe jî li gor agahiyên hatine bidestxistin, di encama nîqaşên hatine kirin de hat îdakirin ku birayê wê yê biçûk ew qetil kiriye.