Li Mexmûrê çalakiya birçîbûnê di roja 89’an de didome

  • 15:42 15 Adar 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê di 18’ê kanûnê de bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ li saziya malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 44’an di roja 89’an de berdewam dike. 
 
Girtiyên li zîndanên Tirkiyê û herêmê ji bo şikandina tecrîda li Îmralî û şemezarkirina zextên li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi armanca piştgiriya girtiyên zîndanan û tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiye’  di 18’ê kanûnê de ji aliyê Meclisa Îştar ve li saziya malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 44’an di roja 89’an de berdewam dike.
 
Çalakî her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û gel bi stran û helbestên xwe moralekî mezin dide çalakvanan. Her wiha dem bi dem tendirûstiya çalakvanan ji aliyê saziya tendirûstiyê ve tê şopandin.