Agirê Newrozê li Mexmûrê hat pêxistin

  • 09:30 15 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya TJCM û TCM'ê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin û şahiyek hatd lidarxistin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin. Agirê Newrozê li semta Şehîd Rûbar hat pêxistin. Beriya ku daxuyanî dest pê bike deqeyek rêz hat girtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin.
 
Piştre li ser wate û girîngiya vê rojê endama TJCM'ê Mizgîn Kara axivî û got: “Em di serî de bi xêr hatina hemû gelê xwe dikin. Em Newrozê li Rêber Apo û tevahî Gelê Kurd pîroz dikin. Weke hûn jî dizanin Newroza Gelê Kurd ji Kawayê Hesinkar û heta îro tê. Em dubare Newrozê li tevahî Gelê Kurd pîroz dikin.”   
 
Dê her şev li semtek giştî agirê Newrozê were pêxistin.