Zelal Bîlgîn: Em ê bi enerjiya 8’ê Adarê li qadên Newrozê bin

  • 09:02 15 Adar 2021
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
AMED - Endama Komîteya Tertîpê ya Newroza Amedê Zelal Bîlgîn da zanîn ku wê bi coş, enerjî û hemû rengên xwe yên 8’ê Adarê li qadên Newrozê be.
 
Li Amedê di 12’ê Adarê de ji bo pîrozbahiyên Newroza 2021’ê ya li herêmê pêk tê deklerasyon hat aşkerakirin. Pîrozbahiyên Newrozê ku wê bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li berxwe bidin azad bibin’ wê pêk bê, Komîteya Tertîpê ya Newroza Amedê jî amadekariyên rêxistinbûyin û teknîkî didomîne. Agirê Newroza ewil îro li Xelfetî a Rihayê wê bê pêxitin. Endama Komîteya Tertîpê ya Amedê Zelal Bîlgîn wateya Newrozê ya ji bo gelê kurd û pêvajoya amadekariyê nirxand.
 
‘Ji bo Newrozê bedelên mezin hatin dayîn’
 
Zelalê destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê kurd berxwedan e û gelê kurd ji bo Newrozê li qadan pîroz bike bedelên mezin dane. Zelalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedan kesî ji bo Newrozê pîroz bikin jiyana xwe ji dest dan. Berxwedan û serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî zalim Dehaq e. Di şertên îro jî berxwedan li dijî zilmê heye. Kurd li her çar alî ji aliyê dewletan ve rastî zilmê tê. Êrîş her diçin giran dibin. Ji ber vê jî wek di dîrokê de, Newroz îro jî berxwedan û azadiyê nîşan dide.”
 
‘Em pêşengên berxwedanê ne’
 
Zelalê destnîşan kir ku jin ji ber nasnameyên wêdetir, ji ber zayenda xwe jî her tim rastî êrîşan tên û got di 8’ê Adarê de jin daketine qadan û me careke dîn dît ku di vê pêvajoyê de jin rastî êrîşên çiqas giran û kûr tên. Zelalê her wiha ev tişt anî ziman: “Bêguman ligel vê em ji ber nasnameya xwe ya neteweyî jî rastî êrîşan tên. Ji ber vê jî em xwe wek pêşengên berxwedanê vedinasînin. Roj bi roj em di zemîna rêxistinkirî de dibin pêşeng. Newroz ji bo me gelek girîng û watedar e. Newroz mizgîniya biharê ye, vejîna ji nû ve ye, tovên berxwedanê ye. Newroz yekitî û netewbûnê esas digire. Sala borî me Newroz li qadan pîroz nekir. Îsal me 8’ê Adarê dema pîroz dikir, me got gelo em ê 21’ê Adarê jî pîroz bikin. Bi enerjiya me ji girseya 8’ê Adarê girt em ê îsal Newrozê jî bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî bikin. Îsal Newroz xwedî wateyeke mezin e. Nokteya ku têkoşîna azadiyê hatiye nîşan dide.”
 
‘Em ê bi rihê yekitiyê dakevin qadan’
 
Zelalê bi lêv kir ku polîtîkayên şer gihiştine asta herî jor û ji ber polîtîkayên taybet yên şer pêvajoyeke ku nasname tune tên hesibandin tê jiyîn. Zelalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girseyeke ku li her qadê dikare bersivê bide van heye. Ji ber vê jî wê Newroz li her kolanê bi coş bê pêşwazîkirin. Berê jî bi mîlyonan kes ji bo pîrozkirina Newrozê dadiketin qadan. Bêguman Newroza 2013’an di alî dîroka têkoşîna kurd de cihekî girîng digire. Pêvajoya çareseriyê bû û ji bo çareseriyê deklerasyon hatibû kirin. Bi mîlyonan kes ji bo azadiyê daketibûn qada Newrozê. Ji wê rojê heta îro pir tişt guherî. Polîtîkayên şer lez bûn. Mafê jiyanê, mafê zarokan, jinan û muxalîfan tê xespkirin. Ji ber vê em ê bi rihê yekitiya neteweyî dakevin kolanan.”
 
‘Em berteka xwe nîşan bidin’
 
Zelalê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi daxwaza pêkanîna yekîtiya neteweyî û ji bo em ji zext û zilmê re bibin bersiv em hemû kesî dawetî qada Newrozê dikin. Em di 21’ê Adarê de li qada Newrozê bên gel hev. Li dijî tecrîdê em serhildana xwe nîşan bidin.”