KJAR'ê Komkujiya Helepçeyê şermezar kir

  • 15:08 14 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR'ê kesên di Komkujiya Helebçeyê de hatin qetilkirin bi bîr anîn û got ku komkujî bi tunekirina feraseta yekperest dikare bên astengkirin.
 
Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) têkildarî salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand û got, "  "Sibeha 16'ê Adarê, balafirên şer tozeke zer li Helebçeyê reşandin. Mîna balafirên çandiniyê yên dermankirinê, bombeyên bi balafiran barkirî yên ji Bexdayê hatin, piştî ku bombeyên kîmyewî li Helebçeyê reşandin, ji nû vû ve berê xwe dan Bexdayê û winda bûn."
 
'Wê rojê li serê kurdan qiyamet rakirin'
 
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "Ewrê ji tozê destpêkê sor bû, piştre jî şîn bû. Piştre jî ji erd û ezmanan bêhn hat: bêhneke giran a bihîvê, bêhna pîvaza xerabûyî, bêhna gihayê nû hatiye jêkirin û gelek bêhnên din li nava hev ketin. Bêyî ku fîşekek bi tenê jî biteqe, bêyî teqîna bombeyan, bêyî eciqîna ji ber tankan, bêyî hilweşîna malan, bêyî şikestina caman, bêyî rûxandina dîwaran Helebçe bi xewa mirinê ve çû.Ew roj roja qiyametê bû ku ji bo mirovan roj sekinî bû, stêrk nema biriqîn û hatin xwarê, çiya meşiyan, derya şewitî, ezman qetiya, erd qelişî, deng bêdeng bû, Îsrafîl li Sûrê da.
 
Wê rojê Saddam ji bo qiyametê bîne serê Kurdan biryar dabû. Li her cihê ku bêhna mirinê gihîştê yên sax man bi xwînê verşiyan, di nava êgir de şewitîn, birîn li bedena wan der bûn. Yên sax man, firsend nedîtin ku miriyên xwe veşêrin, li ser wan bigirîn û yekser berê xwe dan çiyê. Mîna lehiyekê, mîna aşûtek ji çiya dihate xwarê, her mezin bûn û ber bi çiyê ve herikîn...Bajarok, gund, gundik vala bûn. Pêl bi pêl jinûve gihîştin hev. Ber bi çem, deşt û çiyayan ve herikîn. Bûn Zap, bûn Hêzil, bûn Dîcle, bûn Firat. Ber bi Bakur ve, ber bi aliyê berevajî ve herikîn, bûn Şattûl-Kurdistan."
 
'Em ê li Kurdistana azad xwedî li bîranîna wan derkevin'
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Adarê li gel serhildan û berxwedanê, ji bo kurdan meheke wiha ye ku gelek komkujî tê de bûne û ev tişt hate gotin, "Ji van a herî giran jî komkujiya li Helebçeyê bû ku bi hezaran mirovên me bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di vê salvegerê de jî em şehîdên Helebçeyê bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku li Kurdistana azad, bi yekîtiya neteweyî em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."
 
'Bi têkoşînê komkujiyên nû dikarin bên astengkirin'
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo heman komkujiyên mîna Helebçeyê rû nedin, divê feraseta netewe dewletê ya yekperest ji holê bê rakirin û daxuyanî wiha hat berdewamkirin, "Dilsoziya bi bîranîna şehîdên Helebçeyê, bi têkoşîna li dijî ferasetên bi vî rengî dibe. Ji bo vê jî gelekî girîng e ku Gelê Kurd pêşengiyê ji zîhniyeta demokratîk re bike û di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de bi roleke dîrokî rabe."
 
Di dawiya daxuyaniya KJAR'ê de wiha hat ragihandin, "Gelê me û gelên herêmê hemû; ji bo komkujiyên mîna Helebçeyê, Serdeştê, Kobanê, Cizîrê nebe, wê di têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn de mîna doh îro jî bi erk û berpirsyariya xwe rabe."