Mêrdîn ji bo Newrozê amade ye

  • 14:03 14 Adar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina DBP, HDP'ê û Meclîsa Dayikên Aşitiyê têkildarê Cejna Newrozê daxuyanî dan. Rêxistinan diyar kirin ku amedekariyên wan qediyane û gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê.  
 
Bi diruşmeya "Em Bi Agirê Newrozê re Têbikoşin û Azad Bibin" wê li navçeyên Mêrdînê, Qoser û Nisênbînê pîrozbahiya Newrozê were li darxistin.  Di 20'ê Adarê de wê li Qoserê û di 21'ê de jî li Nisebînê gel kom bibe. Têkildarê xebatên hatine kirin Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û Meclîsa Dayikên Aşitiyê li avahita HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî dan. 
 
'Werin em têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin'
 
Di serî de hevserokê HDP'ê yê bajêr Salîh Kuday axivî û got: "Newroza hemu gelên Rojhilata Navîn û Kurdan pîroz dikim. Li dijî me her roja ku diçe êriş û zext zêde dibin. Lê bê guman li dijî van êrişan têkoşîna Kawayê Hesinkar, Mazlum Dogan, Rahşen Demîrel û Zekiye Alkanan ne qediya ye. Em ê bi vî rihê têkoşînê re li Qoser û Nisêbînê agirê Newrozê geş bikin. Em hemu gelê xwe yê Mêrdînê jî vedixwînin şahiya ku were li darxistin. Werin em têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin."
 
'Ez Newroza Gelê Kurd pîroz dikim'
 
Piştî wê dayika Aşitiyê Helîme Kaya mafê axaftinê girt û wiha got: " Em ji niha de Newroze li hemu Gelê Kurd pîroz dikin. Em her kesî vedixwînin pîrozbahiya Newerozê. Bi hêviya ku Newroz bibe wesîleya aşitiyê. Em bawer dikin ku wê ev Newroz rê li ber gelek tiştên xweş veke. Em ê kurd hêza xwe, yekbuna xwe di Newrozê de nîşan bikin."
 
Hevseroka DBP'ê Şukran Erol jî herî dawî derbarê Newrozê de agahî parvekir û gel vexwend pîrozbahiyê.
 
Daxuyanî bi govend û tilîlîyan bi dawì bu