Li Mexmûrê koma 44'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 12:03 14 Adar 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar de hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 44’emîn çalakî dewir girt. 
 
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên  girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê,girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribun. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kiribun. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 44’emîn ve hat dewirgirtin. 
 
Merasîma dewir girtinê bi deqeyek rêz girtina ji bo cangorîyên azadiyê dest pê kir. Li ser navê koma 43’emîn çalakvan Leyla Arzu Îlhan wiha axivî û got: “ Di serîde em xêrhatina hemû gelê xwe dikin, em rêz, heskirin û bêrîkirinên xwe ji vir heya Îmralî ji bo Rêber Apo û hemû girtiên azadiyê re dişînin. Em çalakiya ku di pêşengtiya girtiyên PKK û PJK’ê de hatî bidestxistin û niha li her çar parçên Kurdistanê belav bûyî, em hemû hevalên di çalakiyan de ne silav dikin. 
 
Bi hatina biharê û serkeftina Garê re bihar bûye bihara kurdan û wê bi Newrozê re bikare serkeftinên mestir bi dest xistin û azadiya Rêbertî azadiya Gelê Kurd bi xwe re bîne. Em Newroza Gelê Kurd Newroza azadiyê li Rêber Apo li hemû şervanên ku ji bo jiyanek azad em bijîn têdikoşin û kesên ku canê xwe dane doza kurd bibîr tînin. Çalakiyên ku hatîn destpêkirin wê bi hemû hêza xwe berdewambe heya ku Gelê Kurd bikare li ser xakekî azad bi rêbertiya xwe re bi awayekî fîzîkî azad bijî wê berdewambe.”
 
Merasîm bi dirûşma: “Bijî Serok Apo”, “ Bijî berxwedana zîndanan” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.