'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roja 6'an de ye

  • 11:46 14 Adar 2021
  • Rojane
RIHA - 'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar ku bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re daye destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilibijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêstvanên Parlmenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî de hevjînê Emîne Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar, û zarokên wê Adîl û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin.  Ji wê rojê û şûnde têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar berdewam dike. Di çarçoveya vê têkoşînê de Emîne Şenyaşar bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaltê da destpêkirin. Çalakiya nobetê ya Emîne û lawê wê Ferît di roja 6'an de berdewam dike. 
 
Mudaxeleya polîsan
 
 Emîne û lawê xwe Ferît di saetên serê sibehê de hatin ber Edliyeya Rihayê. Lê polîsan ji wanre got, "Vê derê avahiya cemaweriyê ye, hûn nikarin li vir li tuştekî bigerin, vê derê qedexe ye û xwest wan ji ber edliyê dûr bixe."  Emîne ya ku li gel mudaxeleyê çalakiya xwe berdewam kir bi lorîkan hêrsa xwe anî ziman.