Li Sêrtê cerdevan tecawizî jina astengdar kir!

  • 09:13 14 Adar 2021
  • Rojane
SÊRT - Li gundek girêdayî navçeya Xizxêrê derket holê ku cerdevanekî tecawizî jina astengdar kiriye.
 
Li  gundekî navçeya Xizxêrê ya Sêrtê, hat diyarkirin ku  cerdevanekî tecawizî jina astengdar kiriye. Hat destnîşankirin ku  bûyer pişît zikê jina tecawizî wê hatiye kirin mezin bûye û rakirine nexweşxaneyê aşkera bûye.  Piştî aşkerakirina bûyerê Wezareta Polîtîqayên Civakî û Malbatê jina tecawizî wê hatiye kirin li Sêrtê girtiye bin parastinê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin jina dûcanî di 12'ê Adarê de pitik aniye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Herwiha ji aliyekî ve jî hat aşkerakirin ku cerdevanê tecawiz kiriye nehatiye binçavkirin an jî girtin û dixwazin ser bûyerê jî bigirin.