Agirê ewilê ya Newrozê dê li Xelfetiyê were pêxistin

  • 09:09 14 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
RIHA - Agirê pîrozbahiyê ya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê wê were pêxistin. Jinên Rihayê diyar kirin ku îsal bi çoş û heyecanek mezin dê Newrozê pîroz bikin.
 
Pîrozbahiya Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” dê were lidarxistin. Bernameya Newroza îsal, li Amedê hat eşkerekirin. Pîrozbahiya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye were lidarxistin. Pîrozbahî wê heta 22’yê adarê berdewam bikin. Jinên Rihayê têkildarî mijarê axivin û diyar kirin ku îsal bi çoş û heyecanek mezin dê wan Newrozê pîroz bikin.
 
'Meha Adarê ji bo me coş û berxwedan e'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Hamîde Goktaş diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wek rojekê vejîn û berxwedanê ye. Halîme, wiha axivî: "Agirê yekem a Newrozê dê li Xelfêtiyê bê pêxistin. Em jî ji vê rewşê kêfxweş dibin û dixwazin îsal Newrozê bi coş û kelecanek mezin pîroz bikin. Em dixwazin gelê me jî tevlî bibe. Gava em dikevin meha adarê ji bo me coş û kelecanek jî dest pê dike. Çawa ku Kawayê Hesinkar li dijî zilmê derket, birêz Ocalan jî li dijî vê sîstemê derket. Birêz Ocalan ji bajarokê Xelfetiyê ye. Lewra agira yekemîn li vir tê pêxistin û ev jî hîn zêdetir bi wate ye."
 
'Em ê li ber xwe bidin' 
 
Hamîde destnîşan kir ku li ser Xelfêtiyê polîtîkayek mezin tê meşandin û wiha got: "Bi tirs û hovê dixwazin vê gelê bitepisînin. Lê xelkê wê derê dîsa jî li hemberî vê polîtîkayan seknekê xurt nîşan dide. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe felsefeya xwe li ser gelê Rojhilata Navîn bandorek mezin pêk anîne. Bi her awayî Gelê Kurd ev zilma ku li ser tê kirin napejirîne. Em ê bi berxwadana xwe dê van polîtîkayan vala derxin. Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe ronî da vê gelê û bi taybetî ji bo jinan rêya çareseriyê da pêşxistin loma îro herî zêde jin tên hedefgirtin."
 
'Em ê bi rihê Newrozê dakevin qadan'
 
Hamîde herî dawî banga ji bo beşdarbûna Newrozê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez hêvî dikim ku hemû gelê me di vê Newrozê de jî dakevin qadan û bi rihekî berxwedêr dê ev Newrozê pîroz bikin."
 
'Çiqas qedexe bikin jî em ê Newrozê pîroz bikin'
 
Hevseroka HDP’ê ya bajarê Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jî bal kişand li ser astengî û qedexeyên bernameyên wan û wiha axivî: " Xelfetî ji bo me cihekê pir girîng e. Lê wekî her çalakiyên me dîsa daxwaza bername û çalakiyên me hatin astengkirin. Lê dîsa jî em ê xebatên xwe yên ji bo Newrozê çêkin û bi awayekî coş dê pêşwazî bikin. Her çiqas astengî û qedexe derxînin jî dîsa em ê çêkin. Bi taybetî ev mehekê ye qedexe ji bo Rihayê tê kirin."
 
'Em ê ji bo grevên birçîbûnê re jî bibin deng'
 
Çîgdem anî ziman ku li ser gele Rihayê şikandinek mezin heye û axaftina xwe re wiha berdewam kir: "Aliyê çavtirsandin û tepisandinê de pir zede li ser gelê Rihayê tê sekinandin. Lê belê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ew tişt hinek hate şikandin û bi rastî jî coşek pir mezin ve hate pêşwazîkirin. Em dizanin ku gelê me wê di qadan de bibin. Li Rihayê her sal di rojên taybet de ji aliyê walitiyê qedexe tê xistin. Me ew astengiyê bi 8’ê Adarê ve hinek şikand û bi 21’ê Newrozê zêdetir bişkînin. Gelên me jî amade nin. Xebatên me jî wê zêdetir bimeşe. Her wiha dê em ji bo grevên birçîbûnê re jî zêdetir bibin deng."