Dayika girtiyan: Li Tirkiyeyê edalet tune ye!

  • 09:04 14 Adar 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Şukriye Çoko ya dayika girtiyên siyasî yên bi navê  Mizgîn Çoko û Mehmet Çoko ye gumanên xwe ên di derbarê rewşa girtiyan de û grevên birçîbûnê anî ziman û wiha got: “Li dijî bêmafiyan, li dijî bêdadî û bêhiqûqiyê bi hezaran girtî di grevê de ne. Divê herkes li hemberî binpêkirina mafan bisekine."
 
Çalakiya greva birçîibûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibûn destpêkirin di roja xwe ya 108’an de didome.  Şukriye Çoko dayika 2 girtiyên siyasî ne ku ji bo hemû girtiyan banga edaletê, banga şikandina tecrîdê dike.
 
Kurê Şukriyeyê yê bi navê Mehmet Çoko hîna di temenê xwe yê 17 saliya xwe de di sala 2008’an de hate girtin û 28 sal ceza lê hate birîn. Niha jî di Girtîgeha Tîpa T ya Akhîsara Manîsayê de tê girtin. Keça wê Mizgîn Çoko jî beriya salekê ji ber xebatên encumeniya HDP’ê hate girtin û 5 sal ceza lê hate birîn. Di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de tê girtin. Mehmet  heya niha beşdarî 3 çalakiyên greva birçîbûnê bûye.
 
'Em li pişta çalakiya wan e'
 
Şukran Çoko di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser tecrîda girankirî û wiha got: “Girtiyên siyasî hemû rehîn hatine girtin. Dewlet ji kurdan re dibêje li ser çavên te birû heye û digirin. Hemû jî yan tiştek nekirine yan jî têkoşîna nasnameya xwe kirine hatine girtin. Lê digirin jî bê mafiya wan naqede. Tecrîd di asta herî jor de li ser wan tê meşandin. Ew ji mafên xwe tên mehrûmkirin. Bi hezaran girtî jî li djî van bêmafiyan, li dijî tecrîdê  ketine greva birçîbûnê. Çalakiya wan çalakiyek mafdar e û em li pişt daxwaza wan in.
 
'Divê em li dijî tecrîdê rabin'
 
Şukranê wiha berdewam kir: “Bi hezaran girtî rexmê ku rapora wan ya ku nikare di girtîgehê de bimîne hene dîsa tên girtin. Kurê min Mehmet yek ji wan e ku di madê wî de pirsgirêkên girîng heye. Bi rojane ji bo tedawiyê diçe nexweşxaneyê. Ji ber vê sedemê jî di karantînayê de tê hiştin. Ango ew di sirguniyê de ye. Em nikarin serdana wî ji bikin. Rewşa me ya aboriyê jî dest nade. Ma ev jî ne cureyek  tecrîdê ye. Em tecrîdê qebûl nakin. Divê em li dijî wê rabin.”
 
'Li Tirkiyeyê edalet tune ye!'
 
Şukranê herî dawî wiha got: “Li tirkiyeyê ne heq ne jî hiqûq heye. Malbat tên mexdûrkirin, girtî ji aliyekî tên mexdûrkirin. Ji derve û di hundir de jî tecrîd heye. Ez weke dayikekê dibêjim 2 zarokên min di girtîgehê de ne.  Ez êdî nikarim biqedînim. Rewşa wan mereq dikim û di vê pêvajoyê de jî  ji rewşa wan gumanbar im. Divê em malbat li dijî van nêzîkatiyan bibin dengê girtiyan. Divê em ji çalakiyan re bibin piştgir.”