ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 14 Adar 2021
  • Rojev
* Li gundikê navçeya Farqîna Amedê jî bi hatina demsala biharê re berhevkirina nebat û giyayan dest pê kirin. Hulya Samûr a ku tûzikê kom dike wiha dibêje: “Em jin wan nebatan wekî bi çavkaniya şîfayê dibînin. Loma zêdetir em cureyên nebatan nas dikin û em dizanin feydeyan wan ji çi re heye.” BI DÎMEN 
 
*Di qedexeyên derketina derve ya li Geverê 79 rojan berdewam kir de, yek ji kesên xaniyê wê hat şewitandin Pakîze Işik e. Pakîze niha bi malbateke ji heman navçeyê re jiyana xwe didomîne. Pakîzeyê got xaniyên hatin şewitandin ne xema wan e lê hîna jî bîhna xwînê ji her kolanê tê. BI DÎMEN 
 
*Şukriye Çoko ya dayika girtiyên siyasî yên bi navê  Mizgîn Çoko û Mehmet Çoko ye gumanên xwe ên di derbarê rewşa girtiyan de û grevên birçîbûnê anî ziman û wiha got: “Li dijî bêmafiyan, li dijî bêdadî û bêhiqûqiyê bi hezaran girtî di grevê de ne. Divê herkes li hemberî binpêkirina mafan bisekine." BI DÎMEN 
 
*Me 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li pey xwe hişt. Jinên ku serhildan daxistin kolanan, li her çar alî welat li qadan li dijî rolên newekheviya zayenda civakî ku tên ferzkirin, îtîrazên xwe bilind kirin, dengê xwe bilind kirin. MEDYA KRÎTÎK
 
*Hevseroka Giştî ya DAD’ê Saîme Topçu da zanîn ku bi polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî, baweriya Elewitiyê baviksalar dikin û got armanca wan ev e ku jina ji murşîtbûnê hatiye xistin, ji nû ve bigihîn meqama wê. BI DÎMEN 
 
*Agirê pîrozbahiyê ya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê wê were pêxistin. Jinên Rihayê diyar kirin ku îsal bi çoş û heyecanek mezin dê Newrozê pîroz bikin. BI DÎMEN 
 
*Serpîl Kemalbay diyar kir ku piştî 13 dîlgirtî li Garê hatin kuştin şûnde muxalefetê lîstikên desthilatdariyê dîtiye û girseyê mezin yên gel jî dîtine ku HDP xwediyê tahayula Tirkiyeyê ye. BI DÎMEN