Dê li qûntarên Keleha Wanê Newroz bê pîrozkirin

  • 15:36 13 Adar 2021
  • Rojane
 
WAN - Pîrozbahiyên Newroza îsal ya Wanê dê li qûntarên Keleha Wanê bê lidarxistin û Komîteya Amadekar a Newrozê ev bang kir: “Em ê agirê Newrozê, îsal bi rihê yekitiya neteweyî pê bixin. Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û qezenc bikin. 
 
Komîteya Amadekar a Newroza Wanê, wê îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” Cejna Newrozê pîroz bike. Komîteyê, derbarê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê hat lidarxistin. Rêveber û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.  Hatîce Kiye, daxuyaniya bi kurdî ya Newrozê xwend. Serokê Komîteya Amadekar Sedat Duşunmez jî daxuyaniya bi Tirkî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser wate û girîngiya Cejna Newrozê û wiha hat gotin: “Dehaqên Hemdem xwestin kurdan kole û tune bikin. Lê kurd li dijî vê yekê derketin û têkoşîna xwe mezin kirin. Em ê Newroza îsal bi rihê yekitiya neteweya kurd pîroz bikin. Xwedî derketina Newrozê, xwedî derketin xwe, axa xwe, welatê xwe, zimanê xwe, çanda xwe, rûmeta xwe û hebûna xwe ya çewheriye.”
  
Kiye, bi bîr xist ku wê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengtiya jin-ciwanan bê rakirin û ev nirxandin kir: “Em ê agirê Newrozê, îsal bi rihê yekitiya neteweyî pê bixin. Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û qezenc bikin. Em ê pîrozbahiya xwe ya mezin, di 21’ê Adarê de li parka li qûntarên Keleha Wanê, pîroz bikin. Werin em li Qada Newrozê ya bi heybet agirê xwe yê berxwedan û azadiyê gur bikin û ala serkeftinê hildin asîmanan.”