Agirê Newrozê li Amedê hat pêxistin

  • 14:46 13 Adar 2021
  • Rojane
 
AMED - Yekemîn agirê Newrozê li Peyasa Amedê hat pêxistin û starta pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr hat dayîn. 
 
Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, berî mîtînga mezin a Cejna Newrozê, yekemîn agirê Newrozê pêxist û starta pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr da. Agirê Newrozê ji aliyê Komîteya Amadekar ve li baxçeyê avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Peyasê hat pêxistin. Komîteyê piştî daxuyaniya da, agirê Newrozê pê xist. Parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag û Remziye Tosûn jî di nav de gelek kes beşdarî, bernameya pêxistina agirê Newrozê bûn. 
 
Bi baxçeyê partiyê, pankartên “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin”, “Jin wê bi raperîna xwe, agirê Newrozê qîr bikin”, “Newrozê ji bo gelan têkoşîne, ji bo yekitiya kurdan gotine” û “Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişkînin” hatin kirin.  Hevserokê HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner ku Serokatiya Komîteya Amadekariyê dike û endama Komîteyê Zelal Bîlgîn daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji derveyî welat û di hûndirê welat de, me Newroza îsal bi polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin û şer pêşwazî dikin. Ligel hemû zextan jî em Newroza gelên Tirkiyeyê pîroz dikin û em ê pîroz bikin. Weke ku tê zanîn Newroz di heman demê banga aştiyê ye. Îro gelê me amadekariyên xwe yên Newrozê dike. Em bi vê wesîleyê, banga berxwedanê li gelê xwe dikin.”
  
Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Soner jî, diyar kir ku wan ji bo pîrozbahiya mîtînga mezin a Newrozê serî li Walîtiya Amedê dane û wiha axivî: "Agirê Kawayê Şoreşger îro jî didome. Em dizanin ku Newroz, aştî, edalet û demokrasî ye. Divê her kes Newrozê pîroz bike. Werin em di rêya Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Seydayê Cegerxwîn de Newrozê pîroz bikin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hat pêxistin û govend li dora agir hat gerandin. Bi pêxistina agir re bê navber dirûşmên ‘Newroza Rêber Apo pîroz be’, ‘Newroz pîroz be’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin berzkirin.