Çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ 102 roj in didome

  • 12:32 13 Adar 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 102’an de berdewam dike. Xelkê Şengalê diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.
 
Berxwedana Şengaliyan ku li dijî peymana Bexda-Hewlêrê di 2’yê kanûna 2020’an de li pêşiya pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 102’an de didome. Çalakiya bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” tê meşandin, her roj bi komek nû tê domandin. 
 
Her roj gelek kes tên serdana konê û piştgiriyê didin nobedaran. Xelkê Şengalê diyardikin ku heya daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.