Emîne Şenyaşar nobeta xwe ya ji bo edaletê didomîne

  • 12:30 13 Adar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Nobeta edaletê' ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar bi daxwaza "edaletê" dan destpêkirin di roja 5'an de dewam dike. Emîne bi dowîzên "ji bo hevjîn û zarokên min edalet" banga edaletê kir.
 
6’emîn danişîna doza têkildarî 4 kesên di encama êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz a di 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê berî hilbijartinê, jiyana xwe ji dest dan de hatibû vekirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meleltiyê do hatibû dîtin. 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê parêzvanên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Yildiz Xelîl ve êrîşî ferdên malbata Emîne Şenyaşar hatibû kirin û di encamê de 4 kesên ji malbata Şenyaşar hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku bi daxwaza 'edaletê' li ber edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirine çalakiya wan kete roja 5'emîn.
 
Emîne Şenyaşar li ber derê edliyeyê dowîzên wekî "Edalet", "Ji bo zarokê min edalet", "Ji bo hevjînê min edalet" banga edaletê kir û bal kişand li ser rewşa xwe.