Çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 107'an de didomin
- 09:26 13 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 22'yemîn di roja 107'emîn de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 22'yemîn ve hat dewirgirin û 107 roj in berdewam dike.
Her wiha xizmên girtiyan diyar dikin ku li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan zêde dibin divê têkoşîna hevpar bê dayin.