Danûstendina bi onlineyê dibe sedem kepenk bên girtin

  • 09:07 13 Adar 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Ji bo esnafên ji ber pandemî û qeyrana aborî rojên dijwar derbas dikin danûstendina bi onlineyê karên wan zehmetir dike û qeyranê kûrtir dike. 
 
Li tirkiyeyê rêjeya bêkariyê her ku diçe zêde dibe. Ango bi hezaran esnaf ji ber pandemiyê û qeyrana aboriyê dev ji kar berdan û firoştgeha xwe girtin. Ji ber vê qeyranê bi taybetî jin bi bandor dibin. Jinên esnaf Funda Aksan û Nûran Ozturk ên ku sabûnan difiroşin, têkildarî zehmetiyên dibînin û xebatên xwe de bi ajansa me re axivîn.
 
Nûranê 9 sal in li kar digere
 
Nûranê beriya 9 salan, ji beşa mamostetiya pêşdibistanê mezûn bû û ev 9 sal in bê kar bû. Çend mehên dawî jî ji neçariyê dest bi karê esnafiyê kir. Bavê Nuran rexmê ku 60 salî ye û teqawît bûye jî ji neçariyê dixebite. Nûranê jî bi karê firotina sabûnan re bi malbata xwe re dibe alîkar û weke jinekê li ser lingê xwe radiweste. Nûranê diyar kir ku ew pir bêzar e ku di pîşeya xwe de naxebite, lê ew weke ciwanekê bi salan e li ser milê malbata xwe weke barekî hês dike ku ev rewşa ciwanan dibe sedema gelek pirsgirêkên derûnî û civakî.
 
‘Herî zêde jin bê kar dimînin’
 
Nûranê di axaftina bi me re kiriye wiha dibêje: “Li tirkiyeyê tu bixwînî ango nexwînî ferq nake. Bi her awayî tu bê kar dimînî ku ev jî ji sedan 80’ê wê ji jinan pêk tê. Herî zêde jin bê kar dimînin û ji bo wan piştgirî nayê dayîn. Bi salan e ez li kar digerim lê min kar nedidît. Ji xwe ji çend salan şûnde jî hêviyên min ên ku ez di pîşeya xwe de bixebitim nema bû. Li derdora min bi sedan ciwan rewşa min dijîn. Gelek hevalên min hîna bê kar in. Mixabin ev êdî weke rewşek ji rêzê tê dîtin.”
 
‘Ji 8 kesan tenê 3 kes dixebitin’
 
Nûranê wiha berdewam kir: “Di malê em 8 kes in. Ji 8 kesan tenê birayê min û bavê min ê ku 60 salî ye dixebite. Min jî vê firoştgeha sabûnan ya li Artukliyê ye dît û ev çend meh in min tê de dest bi xebatê kir. Ez niha bi awayekî ji malbata xwe re dibim piştgirî.  Lê divê ji ciwanan re piştgirî were dayîn. Divê ji wan re derfet were afirandin, ji bo êdî xwenda bê kar nemînin. Ger wisa biçe wê gelek ciwan bixwazin terka welat bikin yan jî dawî li jiyana xwe bînin.”
 
‘Pandemî ji me re asteng e’
 
Nûranê got pandemî û qeyrana aborî bandoreke mezin li wan kiriye û wisa got: “Di çend mehên ku ez xebitî me de jî ji ber sedema pandemiyê me firotin nekiriye. Em di nava sûka herî çalak a Mêrdînê de ne, rexmê wê jî em nikarin firotinê bikin. Hekes fêr bûye li ser înternetê kirîn û firotinê bikin. Esnafên biçûk bi taybet jî yên weke me wê di vê pêvajoyê de bên asta girtina deriyan.”
 
'Hêviya min ew e jin ji bo azadiya aboriya xwe têbikoşin'
 
Nûranê herî dawî got ew cur bi cur sabûnên ku xwezayî tên çêkirin û ji bo gelek pirsgirêkan dibin çareserî difiroşin. Nûranê wiha domand:"Ez niha hînî taybetmendiyên wan dibim. Ez ê bixebitim û ji bo pêşerojê xeyalan bikim. Hêviya min ew e ku tu jin hêviya xwe winda nekin û tim ji bo azadiya aboriya xwe têbikoşin.”
 
‘Jin afrîner e’
 
Fûnda Aksan a dayika 4 zarokan e û beriya 13 salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, dest bi karê esnaftiyê kiriye. Fûndayê di destpêka axaftina xwe de wiha dibêje: “Bê guman di her karî de zehmetî hene, lê dema ez weke jinekê xebatkarên jin yên din dema dibînim hêz digirim û bêhtir li berxwe didim. Jiber ku jin dayik in, afrîner in û jin di her şert û mercî de cangorî ne. Gelek tiştên ku mêr nikarin bikin jin bi ser dixin. Ew li gel karê malê karê ji derve jî dikin. Ev jî dibe sedem ku barekî mezin bikeve ser milê wan.”
 
‘Em êdî nikarin debara xwe bikin’
 
Fûndayê herî dawî wiha qala pirsgirêkên dijîn dike: “Em jî weke beşên din ên esnafan di aliyê aborî de zehmetiyan dijîn. Êdî kirîn û firotina li ser înternetê pêş ketiye. Ji ber van sedeman jî bi sedan esnafan kargehên xwe girtin. Em bi taybet weke jinên xebatkar ên ku bi vî rengî debara xwe dikin jî em pirsgirêkên mezin dijîn. Êdî em nikarin debara xwe jî bikin. Em hêvîdar in ku di aliyê aborî de çareserî werin pêşxistin. Em di bazara herî çalak a Mêrdînê de dixebitin. Rexmê cihekî tûrîstîk e jî em nikarin firotinê bikin. Gelo karkerên din çi dijîn?”