Welatiyên Mamakê: Gelo wê HDP çawa bê girtin?

  • 09:03 13 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Jinên Mamakê der barê girtina HDP’ê de axivîn û gotin divê HDP neyê girtin, ger bê girtin wê rê li ber aloziyê vebe.
 
Zext û operasyonên li hember HDP’ê her diçin zêde dibin. HDP ku di 15’ê Cotmeha 2012’an de hat avakirin û di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 10 bend derbas kir û bi 80 parlamenterî ket meclîsê, 6 mîlyon kesî temsîl dike û 3’yemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî girtina HDP’ê anî ziman û bi vê re jî nîqaşên hatin destpêkirin didomin.
 
Ligel piraniya hilbijêrên HDP’ê ku ji kurdan pêk tên, hilbêjêrên din jî bertek nîşanê van nîqaşan didin. Jinên Mamakê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê HDP neyê girtin.
 
‘Partiya ku tê hezkirin bila neyê girtin’
 
Gulcan Bayram bi lêv kir ku ew naxwazin partiyeke ku evqas dengan digire bê girtin û got bila partiya ku evqas tê hezkirin li plana dawî nemîne.
 
‘HDP çawa tê girtin?’
 
Yazgul Erdogan jî bertek nîşan da û got der barê van nîqaşan de gotina ku bê gotin tune ye û wiha got: “Divê HDP neyê girtin. Xwezî tiştên wisa nehatiba jiyîn. Teqez divê neyê girtin. Çawa HDP tê girtin?”
 
‘Divê her kes wekhev be’
 
Yasemîn Bozkurt: Wiha mafê hilbijêran ji dest digirin. Divê her kes wekhev be. Çima tê girtin? Divê her kes li vî welatî wekhev be.”
 
Hinek welatiyan jî nexwestin navê xwe bidin.
 
‘Her kes paldanka xwe difikire’
 
Welatiyeke ku navê xwe neda anî ziman ku her kes koltixa xwe difikire.
 
‘Bila çareseriyê bibînin’
 
Welatiyek din: Her cara nûçeyan temaşe dikim hêrs dibim. Li şûna girtina HDP’ê nîqaş dikin bila ji bo aboriyê çareseriyê bibînin. Hinek bihayê nan nizanin hene. Lê ez baş dizanim. Bila çareseriyekê bibînin.
 
Welatiya din diyar kir ku ew ne hilbijêra HDP’ê ye lê naxwaze bê girtin û got tabanek wê partiyê heye û got: “Sûcek hebe bila bidarizînin. Ez vê rewşê rast nabînim. HDP’ê bigirin wê partiyek din bê vekirin.”
 
‘Bê girtin wê alozî derkeve’
 
Welatiya ku got navê min parve neke, daxuyakirin ku ger HDP bê girtin wê alozî derkeve û got divê neyê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov ji HDP’ê hez dikin û dengê xwe didin. Divê partî neyê girtin.”
 
‘Kî biaxive tê girtin’
 
Welatiyek din: Ez CHP’î me lê naxwazim HDP bê girtin. HDP naxwaze zarok bimirin.” Jina bi navê Muhlîse jî anî ziman ku armancek Tayyîp Erdogan heye û wiha dawî lê anî: “Wê negihêje wê armanca xwe. Înşallah HDP neyê girtin. Em azadiya jinan dixwazin. Kî diaxive dişînin girtîgehan. Bese ji vê zilmê re.”
 
Fîlîzê jî bertek nîşan da û got ne HDP’yî ye lê naxwaze HDP bê girtin û ev tişt got: “Li Tirkiyeyê nasnameyên cuda zêde ne. Li vî welatî ji ber vê jî divê HDP jî hebe, CHP jî hebe û AKP jî hebe.”