Jinên Amedê: Bila tecrîd bê rakirin û aştî pêk bê

  • 09:02 13 Adar 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinên Amedî bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ku 107 roj e didome û diyar kirin ku bila daxwazên girtiyan bêne cih û  aştiya ku pêdivî pê heye pêk bê.  
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiye û herêmê hatibû destpêkirin di roja 107'emîn de didome. Her wiha li gel malbatên girtiyan, siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan jî balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û banga hestiyariyê dikin. Jinên Amedê jî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
 
‘Em ne şer ne jî mirinê dixwazin'
 
Rukiye Keser destnîşan kir ku ew ne şer dixwazin ne jî mirinê ew tenê jiyanek azad û bi rûmet dixwazin û wiha berdewam kir “Ez hêvî dikim ku em ê bi ser kevin û wê hemû girtiyên me ji wan zindanan derkevin. Em dixwazin ku serokê me ji bin wê zilmê bê rizgarkirin û azad bibe. Em ne şer ne jî kuştinê dixwazin, em jiyanek azad û bi rûmet dixwazin. Li tevahiya cîhanê zilma ku li kurdan tê kirin li tu kesî nayê kirin. Em nêzî 60 mîlyon kurd hene. Mafên me tên binbpêkirin. Gelê Kurd çi kiriYE ku ewqas zilmê dibîne. Me tu kes talan nekiriye û zilm nekiriye. Tenê doza heqê xwe dikin. Em doza nasnameya xwe, doza zimanê xwe dikin. Bila êdî bes zarokên me bên kuştin.”
 
‘Bila tecrîd bê rakirin’
 
Rukîye di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku tu sûcê girtiyan tune ye û got: “ Girtî zarokên vî gelî ne û zila ku li kurdan tê kirin qebûl nakin. Lê berdela vê jî îşkence li wan tê kirin. Yên ku dizîyê dikin, tundî û tecawîzê dikin serbest tên berdan lê zarokên me ji bo ku mafên xwe parastin di bin ziilmê de e. Girtî dixwazin tecrîd bê bidawîkirin û em jî dixwazin. Ji 3 mehan zêdetir e ku zarokên me di çalakiya grevê de ne. Zarokên me 3 meh in birçî e. Ka wîjdan, ka hiqûq, ka edalet? Bila daxwazên wan bên cih û hem malbat hem jî girtî ji vê zilmê rizgar bibin.”
 
'Divê em jî bikevin çalakiyê'
 
Şehrîban Bakir jî diyar kir ku xwedîlêderketina li çalakgerên grevên birçîbûnê erka hemû kurdan a sereke ye û wiha axivî: "Divê ji her aliyê cîhanê xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin. Daxwaza girtiyan daxwaza me hemiyan e lewra divê em hemû kurd dest bidin destên hev û hevkariyê bi girtiyan re bikin. Pêwîst e ku em jî ji bo piştevaniyê li derve çalakiya grevên birçîbûnê bidin destpêkirin. Cûrbecûr çalakî li dar bixin û bibin dengê wan. Ez bang li hemû kurdan dikim ku em rabin ser piyan û li cem girtiyan cih bigirin."
 
' Aştî bi qasî nan û avê girîng e'
 
Samiye Budak jî anî ziman ku tecrîd li ser hemû kesan tê sepandin û got: "Daxwaza Gelê Kurd tenê aştî ye. Lê dewlet hertim li dijî vê daxwazê derdikeve û zilm û tehdeyê li wan dike. Bêyî ku dereng bimînin divê deriyê zindanan bê vekirin û girtî bigihêjin azadiya xwe. Pêdiviya vî welatî bi qasî nan û avê bi aştiyê heye. Hemû kes jî vê dizane. Ez wek dayikek bang dikim ku êdî bila aştiyeke mayînde pêk bê."
 
'Divê hemû  kes dengê xwe bilind bike'
 
Jina ku nexwest nav û paşnavê xwe parve bike jî wiha axivî: " Xemsariya li hember grevên birçîbûnê ku ji sed rojî zêdetir li pey xwe hiştiye, rewşekê şermezar kirinê ye. Divê hemû  kes dengê xwe bilind bike û ji bo çareseriyê têbikoşe.  Bila gav bê avêtin ku girtî ji grevê derkevin.  Em li pey çareseriyê ne lê îqtîdar her ku diçe zilma xwe zêde dike û êrîş dike. Em hertim daxwaza aştiyê dikin lê li şûna aştiyê ew êrîş dikin. Lê her ku bi ser mede tên difetisin."