Platforma Jinê ya Avcilar: Li dijî faşîzmê raperîna me mezin dibe

  • 14:52 12 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Platforma Jinê ya Avcilar bertek nîşanî binçavkirina hevalên xwe yên beşdarî 19'emîn Meşa Şevê ya Femînîst bûn û got:"Ji bo şikandina patriyarkayê ya jiyana me dorpêç dike, tundiya mêr dewletê û faşîzmê serîhildan, hêrs, têkoşîna me li her derê mezin dibe."
 
Platforma Jinê ya Avcilar a Enqereyê ji bo 18 jinên ji ber di 8'ê Adarê de beşdarî 19'emîn Meşa Şevê ya Femînîst bûn hatin binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin, civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê platformê Gamze Yildirim daxuyanî li 7'emîn Şaxa Egitim Senê xwend. 
 
'Tevî astengiyên polîsan jin dîsa hatin gel hevdu'
 
Gamzeyê da zanîn ku tevî astengiyên polîsan jin dîsa hatin gel hevdu û got jin ji ber pengizîne û bi sûcdariya heqaret li serokkomar hatin kirin bi ser mala jinan de girtin. Her wiha Gamzeyê diyar kir ku jinên ji bo jiyaneke azad û wekhev deng derdixin dibin hedef û got :"Ji bo şikandina patriyarkayê ya jiyana me dorpêç dike, tundiya mêr dewletê û faşîzmê serîhildan, hêrs, têkoşîna me li her derê mezin dibe."