Wê li Stenbolê starta Newrozê sibehê bê dayin

  • 14:37 12 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Serlêdana Newroza ew ê îsal bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin"bê pîrozkirin, hat kirin. Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê, sibehê wê bi daxuyaniyekê starta Newrozê bide. 
 
Wê îsal Newroz bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” li 30 bajar û 61 navendan bê pîrozkirin. Tê payîn ku navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi be. Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê, ji bo Newroz li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin serî li Walîtiya Stenbolê da. 
 
Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê, ji bo Newroza ku tê plankirin bi dirûşma “Ji bo azadiyê em agirê Newrozê geş dikin” di 20’ê adarê de bê pîrozkirin wê sibê li Otela Taksîm Hîllê ya Beyoglûyê bi daxuyaniyekê starta Newrozê bide.