Girtiyan bang kirin: Bila tecrîd bi dawî bibe, şerd bên başkirin

  • 14:35 12 Adar 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Zulfiye Akman a dayika Dîdem Akman a ku li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin diyar kir ku ew dixwazin binpêkirina mafan bên bidawîkirin û şerd bên başkirin. 
 
Her roj li binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Jinê ya Şakranê yên nû zêde dibin. Zulfiye Akman a dayika Dîdem Akman a ku li Girtîgeha Jinê ya Şakranê tê girtin binpêkirinên mafan bi daxuyaniya nivîskî ragihand. 
 
'Pirtûkên girtiyan tên xespkirin'
 
Zulfiyeyê da zanîn ku tevî keça wê girtî ev du hefte ne çalakiyê li dar dixin û wiha got:"Tevî ku pirtûkên xwe rê rêveberiya îdareyê didin jî bi hinceta pirtûk nîşan nedane hemû pirtûkên wan hatine girtin. Hemû tişt di bin kontrola wan de ne. Ew ê çawa girtî ji wan tiştekî veşêrin? Ez dixwazim dengê wan bidim bihîstin."
 
'Li Şakranê pêkanîneke cuda heye'
 
Zulfiyeyê bal kişand ser girîngiya pirtûkan û wiha got:"Pirtûkan bi sînor dikin û dibêjin talûke ye. Ji bo kovaran jî wiha dibêjin. Pirtûk û kovarên li girtîgehên din tên girtin qey tenê ji bo Şakrane talûke ye?"
 
'Bila şerd bê başkirin'
 
Zulfiyeyê da zanîn ku yek ji binpêkirinan mafan kêmkirina saetên hewadariyê ye û wiha domand:"Me li ser nebaşbûna şerdan daxwazname ji Wezareta Dadê re şand. Ya bila şerd baş bibin an jî sewqî şerdên baş bên kirin. Li dijî pêkanînên tecrîdê çalakiyên rûniştinê û şewitandina hucreyan hatin kirin."
 
'Ger şerd neyên başkirin dê rojiyên mirinê bidomin'
 
Zulfiyeyê da zanîn ku Didemê li dijî binpêkirina mafan ev 206 roj in di rojiya mirinê de ye û wiha got:"Ava qirêj li ser keça min dadikirin û nedihiştin serê xwe bişo. Ji ber deng nikaribû razê, niha çavên wê kêm dibînin. Ji 64 kîloyî daket 30 kîloyî. Piştî 4 hevdîtinan şerdên wê hatin qebûlkirin û keça min dev ji rojiya mirinê berda. Keça min dema dev ji rojiya mirinê berda got ger şerdên me neyên cih ez ê dîsa dest bi rojiya mirinê bikim."
 
Banga 'Bila tecrîd rabe'
 
Zulfiyeyê da zanîn ku piştî tedawiya Dîdemê ya 3 mehî hîn nerehetiyên wê didomin û wiha domand:"Ez wekî dayik çi ji destên min bê ez ê bikim. Ez naxwazim zaroka xwe careke din wiha bibînim. Ez bang li raya giştî dikim. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila şerdên dijwar bi dawî bibin, tecrîd bi dawî bibe. Bila careke din kes mecbûr nemîne û dest bi rojiya mirinê nekin. Dilê min şewitî. Bila dilê dayikên wekî din neşewite. Bila mafê pirtûkan bên dayin û şerdên wan bên başkirin."