Li Mexmûrê pakrewanên Qamişloyê hatin bibîranîn

  • 12:13 12 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê pakrewanên Qamişlo yên ku di 12’ê Adara sala 2004’an de ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. 
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê pakrewanên  Qamişlo yên ku di 12’ê Adara sala 2004’an de ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Daxuyanî li ber Avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Beriya ku daxuyanî dest pê bike ji bo giyanê tevahî pakrewanên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştî deqeyek rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Mamoste Neşet Kara ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Weke çapemeniya azad, gelê kurd û tevahî raya giştî dizane îro 17 sal di ser fermana Qamişloyê re derbas dibe. Ji beriya niha 17 salan ango 12’ê Adara 2004’an de ji hêla rejîma Suriye partiya BAAS'ê ya Beşar Esad ve li ser gelê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qirkirinek ji berê de hatiye plankirin pêk hat. Gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê weke kurdên parçeyên din her dem ji bo mafên xwe yên rewa û nasnameya xwe ya kurdewarî serî li rêbazên cuda yên serhildan û berxwedanê dane. Mirov dikare bûyera li Qamişloyê weke yek ji serhildanên gelê kurd bi nav bike, ji ber ku di meha adarê ya pîroz de ku hem roja kedkarên jin ên cîhanê, hem fermana Helepçe, hem cejna netewî newroz û hem jî di dîroka têkoşîna azadiyê de di alî heftiya qehremanî de xwedî cihek girîng bû, rejîma BAAS'ê ji bo pêşîlêgirtina ji bo dûrkirina ji hemû taybetmendiyên kurdperwerî serî li vê rêbaza qrirêj da. Çawa Seddam Hisên li Helepçe, Kenan Evren li zîndanên Amedê û Xumeynî li ser gelê Rojhilatê Kurdistanê zext, zor, çewisandin û qirkirinên cur be cur pêk dianî, Beşar Esed jî bi heman hişmendiyê li ser gelê serhildêr yê Rojavayê Kurdistan, Qamişloka rengîn, qirikirin û komkujiya rêxistinkirî pêk anî.
 
Qirkirina Qamişloyê ku tê de bi dehan hemwelatiyên dilsozê kurdayetî û têkoşer jiyana xwe ji dest dan, bi heman zihniyetan ji aliyê hêzên xwînmij û zordar yên Kurdistan kirin çar parçe û gelê kurd ji hemû mafan bêpar hiştin pêk hatiye. Di meha adara ya pîroz de ji beriya bîranîna şehîdên Helepçe û pîrozbahiya cejina Newrozê plankirina qirkirina Qamişlo ne bûyerek ji rêzê ye û rejîma BAAS'ê bi vê plana destê tevahî dijminên gelê kurd tê de heyî, xwestiye ew çirûska azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo û pêşengên têkoşîna azadiyê gûr bûyî vemirînin û welatperweran ji doza wan ya pîroz bide dûrxistin. 
 
Êrîşa hovane ya ji hêla nîjadperestan ve bi amûrên bê serûber pêk hat, nîşaneya bi planbûna vê fermanê ye. Li saha fotbolê ku niha weke ‘Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê’ hatiye binavkirin, êrîşa nîjadperest bi destên rejîma BAAS'ê hat kirin. Di dîroka Kurdistanê de dewletên dagirker bi dehan qirkirinên bi vî rengî bê bingeh û bê sedem dane meşandin. 
 
Kurdên dilsoz û qehreman yên Qamişloka rengîn û navçeyên din yên Rojavayê Kurdistanê her wê rojê li beramberê rejîma BAAS a nîjadperest serî xwe netewandine û bi rihê kawayê hemdem Mazlûm Doganan bi giyanê agirê geş yê Cejna Newrozê bi ser sazî û dezgehên dewletê de çûye û vê rojê vegûherandiye serhildanekê. Her çiqas di wê bûyera bi êş ango wê komkujiyê de bedelên giran hatibin dayîn, lê dewleta xwînmij ji gelê Rojavayê Kurdistanê bersiva pêwîst girtiye û ronahiya serhildana Qamişlo ji bo serhildana mezin a li herêmê nehiştina rejîma BAAS'ê bûye îlham û despêkek.
 
Weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em şehîdên Qamişloyê bi rêzdarî bi bîr tînin û di kesayeta şehîdên Qamişloyê de bejna xwe li beramberê şehîdên şoreşa Rojava û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ditewînin. Îro li Rojavayê Kurdistanê bi saya giyanê berxwedêr yê gelê me û bi saya lehengiya keç û xortên canfeda, bi hezaran kîlometre axa pîroz ji dijminên gelê kurd hatiye rizgarkirin, gelê kurd gihiştiye mafên xwe yên rewa û îro bi îradeya xwe ya azad bi xwe xwe rê ve dibe. Sitatûya Rojavayê Kurdistan ya îro, bîranîna şehîdên 12’ê Adara 2004’an a Qamişloyê ye, ev azadî û xweserî tê wateya valaneçûyîna xwîna wan şehîdên dilsoz yên kurdperwer û tê wateya têkçûna zihniyeta paşverû û nîjadperest ya dagirkerên Kurdistanê. Sîstema li Rojavayê Kurdistanê ku îro hatiye rûniştandin, nîşaneya ber bi serkeftinê ve pêkanîna xeyalên tevahî şehîdên şoreşê ye. Weke gelê Warghea Şehîd Rustem Cûdî û weke meclîsa gel em dubare şehîdên Qamişloyê bi bîr tînin, hêz û sîstemên tarî yên li pişt vê komkujiyê şermezar dikin û sîstema Rojavayê Kurdistanê ya îro bi saya deh hezaran şehîdan hatî damezrandin ji dil û can silav dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “ Şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.