Li Mexmûrê koma 43'emîn greva birçîbûnê dewr girt

  • 10:09 12 Adar 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 43’emîn çalakî dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 43’emîn ve hat dewir girt. 
 
Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pekrewanan hat destpêkirin. Li ser navê koma 42’emîn çalakvan  Meysa Sezerk xêr hatina gel kir û got: “Em weke gelê Wargeha Mexmûrê ev çalakiya ku hatî dest pê kirin ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin silav dikin. Em weke grupa 42’emîn bi ruhê berxwedana zîndanan vê çalakiya xwe dewrî grupa 43’emîn dikin. Em hêvîdar in ev çalakiya me di demek nêz de bi azadiya Rêber Apo re bi encam bibe. Heta ku em Rêber Apo azad nekin em ê dev ji vê çalakiya xwe bernedin û em ê hîn mezintir bikin ji bo em bikaribin jiyaneke azad bi dest bixin.”
 
Merasîm bi dirûşma: “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” , “ Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bû.